Pakîstan: Di êrişên Îranê de du zarokan jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Karên Derve ya Pakîstanê êrişên Îranê ya duh bi şev a li herêma Belucîstan ya Pakîstanê şermezar kir û got: “Di encama êrişa Îranê de du zarokan jiyana xwe ji dest dane sê kes jî birîndar bûn.

Pakîstan: Di êrişên Îranê de du zarokan jiyana xwe ji dest dan
17 ÇILE, 2024   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Pakîstanê têkildarê êrişên Îranê daxuyaniyek da û şermezar kir.

Wezaretê got: “Em bi tûndî binpêkirina nerewa ya asîmanî ku Îranê li ser welatê me pêkanî şermezar dikîn. Di encama êrişa Îranê de du zarokên bêguneh jiyana xwe ji dest dan û sê kesên din jî birîndar bûn. Ev binpêkirina li ser welatê me nayê qebûlkirin û wê encamên cidî bi xwere bîne.”

Di beşek din a daxuyaniyê de tê gotin tevî ku rêyên giftûgoyê di navbera her du welatan de hene, lê Îranê êriş hilbijart. Hat gotin beriya niha jî wan nerazîbûnên tûnd li ser êrişan nîşanî berpirsên bilind ên Wezareta Karên Derve ya Îranê dabûn.

Hat gotin balyozê Îranê yê li Pakîstanê bang kirine û nerazîbûna xwe ji êrişê re anîne ziman.

Wezareta Karên Derve ya Pakîstanê diyakir ku Pakîstan li dijî terorê ye û ev êrişên Îranê li gel peywendiyên navbera her du welatan û cîrantiya baş naguncin.