Girtiyên azadiyê 52 rojin di greva birçîbûnê dene

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî’ dane destpêkirin 52 rojin bi biryardarî berdewame.

Girtiyên azadiyê 52 rojin di greva birçîbûnê dene
17 ÇILE, 2024   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên ji dosz PKK’ê û PAJK’ê yên li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 52’an de didome.

Çalakiya greva birçîbûnê, 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî’ de hate destpêkirin û dê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.

Malbatên girtiyan jî bi heman armancê çalakiya Nobeda Edaletê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê bi heman armancê hat destpêkirin.