Rojnameyên erebî: Alîgirên Îranê careke din xwe li Sûriyeyê bi cih dikin

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de bal kişand ser hedefên li dijî hêzên alîgirên Îranê yên li Sûriyeyê, aloziya di navbera Îsraîl û Hizbullah a Lubnanê de, her wiha nîşaneyên guhertina helwesta DYA’yê li hemberî Hûsiyan.

Rojnameyên erebî: Alîgirên Îranê careke din xwe li Sûriyeyê bi cih dikin
2 ÇILE, 2024   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê rewşa Sûriyeyê de rojnameya Inedependent Arabia nûçeyek bi sernavê “Hêzên alîgirên Îranê careke din xwe li Sûriyeyê bi cih dikin” parve kir.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku li herêmên Sûriyeyê yên ku bûne hedefa êrişên vê dawiyê yên Îsraîlê seferiyeke ewlehî û leşkerî heye. Her wiha hate gotin, li gel vê seferberiyê hêzên alîgirên Îran û Hizbullah a Lubnanê careke din xwe li Sûriyeyê bi cih dikin.

Di nûçeyê de ku agahî ji Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê hatine wergirtin, hat destnîşankirin ku li herêmên hegemoniya hêzên Îranê hinek kes bi tawana ajantiya ji Îsraîlê re hatin girtin. Li gorî nivîsê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, çekdaran li herêma Bû Kemal a gundewarên rojhilatê Dêrazorê 5 kes û li herêma balafirgeha Neyreb a leşker jî 2 kes girtin.

‘ÎSRAÎL KEMBEREKE JI AGIR LI BAŞÛRÊ LUBNANÊ XÊZ DIKE’

Rojnameya Şerq El Ewsat cih da aloziya Îsraîl û Hizbullah a Lubnanê. Di nivîsê de hate gotin, li herêma başûrê Lubnanê êrişên rojane hem ji aliyê hejmarî û hem jî ji aliyê kalîte zêde bûne. Hate zanîn ku balafirên Îsraîlê êrişên dijwar pêk anîn û kembereke ji agir li derdora bajarokê Keferkêla yê sînorî xêz kir. Li gorî nivîsê ji dema destpêka şer ve êrişa bi vê awayekî ya yekemîn e. Îsraîliyên 7 kîlometreyan dûrî sînorê Lubnanê dimînin dibêjin jiyana wan gelek tengav bûye.

‘NÎŞANEYÊN GUHERTINA HELWESTA AMERÎKAYÊ LI HEMBER HÛSIYAN ÇI NE?’

Rojnameya El Ereb El Cedîd jî bal kişand ser guhertina helwesta DYA’yê ya li hemberî Hûsiyan. Di nivîsê de hate gotin: “Xuya ye ku rewşa aram a di navbera DYA û Hûsiyan de bi dawî bûye û qonaxa nû ya şer dest pê dike, nemaz piştî ku koma Hûsiyan keştiyên Îsraîlê an yên diçin Îsraîlê li Deryaya Sor kirin hedef, ji ber vê yekê helwesta siyasî û leşkerî ya Rêveberiya Amerîkayê ji Hûsiyan guhertî.”

Rojnameyê cih da nêrînên pisporan ên li ser mijarê û hate gotin: "Amerîk naxwazin operasyonên rasterast di hundirên xaka Yemenê de pêk bînin, lê dibe ku operasyonên mîna yên vê dawiyê pêk bîne an ku hêzên girêdayî Hûsiyan ên ku keştiyan asteng dikin an li wan dike, bike hedef.”

Di nivîsê de hate diyarkirin ku eger çalakiyên Hûsiyan ên li Deryaya Sor berdewam bike û navbeynkariya Omanê ya ji bo rawestandina êrişan bi ser nekeve hinge wê vebijêrkeke din a Rêveberiya Biden hebe ku neçar bibe Hûsiyan wekî komeke terorîst îlan bike.

(bb)