Dayika Silêman Ehmed ji bo kurê xwe bang kir

Dayika rojnamevan Silêman Ehmed ê 70 roj e ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, xwest kurê wê were berdan.

Dayika Silêman Ehmed ji bo kurê xwe bang kir
2 ÇILE, 2024   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê Cotmehê de ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê Cotmehê de xwest di Deriyê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe û ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin. Ji wê demê ve agahî ji Silêman Ehmed tune ne. 

Hefteyek piştî revandina Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîn e.”

Parêzerê Ehmed, Nerîman Ehmed diyar kiribû ku tevî biryara dozgeriyê jî Asayîşa Dihokê nahêle ew bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Nerîman Ehmed da zanîn ku dosyaya Silêman Ehmed di destê saziya îstîxbaratê ya PDK’ê de ye.

Der barê revandinê de, dayika Silêman Ehmed, Sultana Ehmed ji Rojnewsê re axivî.

Sultana Ehmed destpêkê bang li Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kir da ku ji bo aşkerakirina çarenûsa Silêman bi erka xwe rabe û got: “Ez bang li aliyên peywendîdar dikim, ji bo çarenûsa kurê min destwerdanê bikin. Silêman rojnamevan e û bi salan li Başûr kar dike. Niha ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, lê tu aliyek ji bo aşkerakirina çarenûsa wî hewl nade.”

Dayika Silêmanî Sultana got: “Ji bo çi çarenûsa kurê min aşkera nakin? Kurê min bi aşkera kar dikir û tiştek ne yasayî nekiriye. Çawa dibe bi awayek yasayî bê Heleb û piştre bi di dema vegerê de bê revandin. Ji bo çi nahêlin parêzer Silêman bibînin û dosyaya wî aşkera bikin?”

Di dewama axaftina xwe de Sultana ev bang li Rêveberiya Xweser kir: “Ji bo çi Rêveberiya Xweser ji bo çarenûsa Silêman nakeva nava hewldanan? Rêveberiya Xweser li ser revandina Silêman, li ku ye? Ma Silêman jî ne ji Efrînê ye? Ji bo çi hûn destwerdanê nakin û ji bo çi hûn ji bo aşkerakirina çarenûsa kurê min hewl nadin? Ji bo çi hûn hewl nadin parêzer biçin gel Silêman û dosyayê lêkolîn bikin?”

Dayika Silêman di dawiya axaftina xwe de ji Rêveberiya Xweser xwest ji bo çarenûs û azadiya Silêman bikeve nava liv û tevgerê.