Îsraîlê careke din li derdora Şamê da

Artêşa Îsraîlê li gundewarên Şamê gelek dever bombebaran kirin.

Îsraîlê careke din li derdora Şamê da
2 ÇILE, 2024   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya nêzî hikumeta Şamê ji çavkaniyekî leşkerî ragihand ku saet derdora 04.30’an, artêşa Îsraîlê ji aliyê Colanê ya dagirkirî ve hin deverên li derdora Şamê kirin hedef. 

Çavkanî diyar kir ku ji ber êrişê ziyanên madî çêbûn, lê tu agahî nedan bê ka kuştî yan birîndar hene yan na.

(bb)