Rojnamevana Meksîkî ya hatibû revandin kuştî hat dîtin

Rayedarên Meksîkayê cenazeyê rojnamevan Roxana Guzman dîtin, ku di Hezîrana borî de hatibû revandin û 8 gumanbar hatin binçavkirin.

Rojnamevana Meksîkî ya hatibû revandin kuştî hat dîtin
4 tîrmeh, 2026   21:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Meksîkayê ragihandin ku cenazeyê rojnamevan Roxzana Guzman dîtin.

Hate diyarkirin ku çekdarên rû girtî di hezîrana îsal de bi ser mala rojnamevan Roxana Guzman a li eyaleta Veracruzê de girtin û Roxanayê revandin.

Dozgeriya Giştî ji medyayan re ragihandin ku cenaze li heman eyaletê li malekê hat dîtin û 4 jê polîsên şaredariyê 8 gumanbar hatin destgîrkirin.

Roxana Guzmen malperek nûçeyan a xwecih li Veracruzê birêve dibir, ku îsal rojnamevanên din lê hatine kuştin.

Li gorî Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor, Meksîka yek ji welatên herî xeternak ên cîhanê ji bo rojnamevanan e.

(bb)