Rûsya kontrolkirina 5 gundên Ukraynayê ragihand

Rûsya ragihand ku hêzên wê li rojhilatê Ukraynayê 5 gund kontrol kirin.

Rûsya kontrolkirina 5 gundên Ukraynayê ragihand
4 tîrmeh, 2026   20:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên wê li rojhilatê Ukraynayê 5 gund kontrol kirine.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên wê gundên Shikiyivka, Novy Mir, Chernyshchyna û Drozlyubivka yên herêma Xarkivê û gundê Vasilievka yê herêma Donetskê kontrol kirine.

Li gelek eniyan şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê dewam dike. Her du alî hev din bi bombebarankirina binesaziyan tawanbar dikin.

(bb)