Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 4303 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand di êrişên Îsraîlê de ji 2‘ê Adarê heya 4‘ê Tîrmehê ve 4 hezar û 303 kes hatine kuştin û 12 hezar û 202 kes birîndar bûne.

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 4303 kes hatin kuştin
4 tîrmeh, 2026   21:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê îro bîlançoya nû ya êrişên Îsraîlê ragihand.

Li gorî wezaretê, ji 2‘ê Adarê heya 4‘ê vê Tîrmehê  ve 4 hezar û 303 kes hatine kuştin û 12 hezar û 202 kes birîndar bûne.

Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun bang li serokê DYA‘yê Donald Trump kir ku piştgiriya xwe ji bo Lubnanê bidomîne bi awayekî ku bibe sedema xurtkirina îstîqrarê û vekirina rûpeleke nû ya aştiyê.

(bb)