Rojnameger Hêro Bahadîn hat oxirkirin

Rojnamevan Hêro Bahadîn a ku di êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker de li Seyîdsadiq a Silêmaniyê şehîd bû, bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin.

Rojnameger Hêro Bahadîn hat oxirkirin
23 tebax 2024   21:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di encama bombebarana balafira dewleta Tirk a dagirker ya li dijî wesayîta rojnamevanên çapemeniya azad li navçeya Seyîdsadiq ya girêdayî Silêmaniyê du rojnamevanên jin yên endamên çapemeniya azad yên binavê Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn.

Piştî ku cenazeyên her du şehîdan rakirina Tiba Edlî ya Silêmaniyê, îro êvarê malbata şehîd Hêro Behadîn cenazeyê keça xwe ji tiba edlî wergirt û bi merasîmeke bi heybet û girseyî li Goristana Qeretoxan ya bajarê Silêmaniyê hate oxirkirin.

Di merasîma oxirkirina şehîda çapemeniya azad Hêro Behadîn de, Rêveberê Şîrketa Çetir Kemal Heme Reza daxuyaniyek nivîskî xwend û tê de wiha hate gotin; “Îro rojnamevanên saziya me ji bo kişandina bernameyek ji bo televîzyonê çûn navçeya Seyîdsadiq û Şarezûrê. Lê dewleta Tirk a dagirker êrişî wesayîteke şîrketa me kir û di encamê de 2 rojnamegerên bi navê Gulîstan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn û rojnamevanek bi navê Rêbîn Bekir jî birîndar bû.”

Rêveberê Şîrketa Çetir da zanîn ku şehîd Gulistan Tara sala 2000’ê dest bi karê çapemeniyê kiriye û ev bi salane li Başûrê Kurdistanê weke berpirsyartiyek exlaqî û wijdanî alîkariya saziya wan dikir û got; “Ev êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser çapemeniya azad vê rastiyê nîşan dide ku çapemeniya azad li pêşiya pêkanîna komplo û dagirkeriyên wan ên qirêj bûye asteng. Çapemeniya azad her tim di pûçkirina polîtîkayên li dijî gelê me de rola sereke leyîstiye.”

Di dawiyê de Rêveberê Şîreketa çetir Kemal Heme Reza got; “Di dawiyê de tekez kir ku em weke Şîrketa Çetir ya ji bo pêşxistina çapemeniyê radigihînin ku emê hewl bidin layiqî xwîna şehîdên xwe bin û li ser rêya wan ya pîroz têkoşîna xwe bidomînin. Em soz didin ku emê meşaleya şehîdên çapemeniya azad her tim geş bihêlin û ji niha û pêve jî bi coşeke hîn xurtir di mijara azadiya gelê xwe de israr bikin.”