Eniya JInên Başûr şehîdxistina Gulistan û Hêro şermezar kir

Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê êrişa dewleta Tirk ya li dijî rojnamevanên çapemeniya azad ku di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bû bi tundî şermezar kir bang li hemû aliyên peywendîdar kir ku li dijî êrişan helwestê nîşan bidin.

Eniya JInên Başûr şehîdxistina Gulistan û Hêro şermezar kir
23 tebax 2024   21:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê têkildarî êrişa balafira bêmirov ya dewleta Tirk a dagirker li ser wesayîta rojnamevanên azad ya li navçeya Seyîdsadiq ya girêdayî Silêmaniyê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye;

“Dewleta Tirk a faşîst û dagirker, tevî hewldanên dagirkirina Kurdistanê, êrişên li ser xweza û daristanan, şewitandina zevî û baxçeyên welatiyan, bi darê zorê valakirina bi sedan gundan, dagirkirina herêmeke berfireh a Başûrê Kurdistanê, anîna hêzeke zêde ya artêşa xwe ya dagirker bo dagirkirina Behdînanê, bikaranîna çekên qedexekirî, kîmyayî û nukleer taktîk didomîne.

Em dibînin ku roj bi roj êrişên xwe yên dagirkerî û qirkirinê li ser gelê me zêde dike. Lê belê parêzvanên xaka Kurdistanê û welatiyan ankû Gerîlayên Azadiyê her roj derbeyên kujer li faşîzm û dagirkeran dixin. Ji ber vê yekê ev dewlet ji hemû nirx û prensîbên mirovî û exlaqî dûre ku zererên ku di qadên berxwedanê de dibîne veşêre. Her wiha hemû hewlên xwe dide ji bo xapandina raya giştî li ser asta derve û navxweyî li ser herêmên şer, dagirkirin, şewitandin û wêrankirina jîngeha Kurdistanê û bikaranîna çekên qedexekirî.

Weke karê xwe yê asayî, dewleta Tirk a dagirker bi awayek tirsonek çeperên sivîl, rojnamevan û kedkaren çapemeniyê bombebaran dike. Ev ne cara yekeme ku faşîzma Tirk êrişî rojnamevanên çapemeniya azad dike. Belkû me dît ku li Şengal û Rojavayê Kurdistanê jî êrişî rojnamevanan dike û şehîd dikin. Li Bakurê Kurdistanê jî êrişî rojnamevanên azad dikin û digirin. Îro careke din faşîzma Tirk li Başûrê Kurdistanê komek rojnamevan û xebatkarên çapemeniya azad li nêzî navçeya Seyîdsadiq kir hedef. Di êrişa dewleat Tirk de 2 rojnamevanên jin jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû.

Em weke Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê ev kiryara tirsonek û terorîstî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî rojnamevanan şermezar dikin. Em van êrişên tirsonek weke tolhildana têkçûna dewleta dagirker a rojane ya ji ser destên Gerîlayên Azadiyê dibînin. Em bang li hemû kesên ku xwe di çarçoveya ramana azad, serbixwe û welatparêz de dibînin dikin ku xwedî helwesteke cidî bin. Em bang li gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê jî dikin ku li hemberî vê komkujî û dagirkeriya ku dewleta Tirk bi desteka xeta xiyanetê li Başûrê Kurdistanê dike, bêdeng nemînin.

Weke kiryarên nemirovî yên dewleta Tirk îro li Başûrê Kurdistanê li dijî zarokên vî welatî pêk tîne, em hemû hewldanên xapandinê yên xayinên li ser navê saziyan şermezar dikin. Hin dezgehên ragihandinê hewl didin ku rastiyan bi berovajî bikin û binpêkirin û kuştinê rewa bikin. Ji her kesî re diyare ku ev sazî di bin îradeya kê de, ji bo kê û ji bo çi armancê van berovajiyan dikin!

Ji ber ku her kes dizane her du şehîdên îro rojnamevan bûn û ji bo xebatên çapemeniyê çûbûn Seyîdsadiq û Şarezûrê. Nasnameya wan di zûtirîin dem de ji raya giştî û gelê me re hate eşkerekirin ku rojnamevan bûn.

Em di wê baweriyê de ne ku karwanê çapemeniya azad wê tim bimeşe û qet ranaweste. Bi hezaran keç û xortên Kurd wê têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê û pêkanîna xeyalên xwe yên pêknehatî bidomînin. Navên van şehîdan wê di dîroka çapemenî û rojnamegeriya Kurdî de bi awayekî geş were nivîsandin.

Di dawiyê de em dibêjin ji xiyanet û xayînan re şemmezarî û rûreşî, serşorî ji dijminên doza gelê Kurd û hevkarên wan yên xayîn re.”