Rojnamevan Silêman Ehmed 295 roj e ji aliyê PDK’ê girtiye

Rojnamevan Silêman Ehmed 295 roj e ji aliyê PDK’ê ve tê girtin, Rojnamevan Silêman piştî 279 rojan hate dadgehkirin û PDK’ê 3 sal cezayê girtîgehê lê birî.

Rojnamevan Silêman Ehmed 295 roj e ji aliyê PDK’ê girtiye
14 tebax 2024   08:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat bû revandin.

Piştî 211 rojan agahî jê hat girtin. Parêzeran di 22’yê Gulanê de karîn hevdîtinê li gel Silêman Ehmed bikin. Herî dawî 3’yê Hezîranê Dadgeha Sûc ya Yek ya Duhokê roja yekê ya rûniştina dadgehê ya Silêman Ehmed weke 30’ê Hezîrana îsal, diyar kir. Lê dadgehê bi hêceta dadwer ne amadeye û asayîşê kel û pelên rojnamevaniyê ne şandiye, danişîn ji bo 29’ê Tîrmehê hatibû taloqkirin.

Piştî 279 rojên di girtîgeha PDK’ê de an ku di 29’ê Tîrmehê de Silêman Ehmed, li Dihokê hat dadgehkirin. Dadgehê 3 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Silêman Ehmed birî. 295 roj e Silêman Ehmed girtî ye.

Der barê madeya ku Silêman Ehmed pê hatiye darizandin, parêzerê wî Beşdar Hesen wiha gotibû; “Diviyabû ku bi yasaya rojnamevaniyê rojnamevan Silêman Ehmed bihata dadgehkirin, lê bi madeya 1 ya jimara 21 ya sala 2003’yan ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi tometa endambûna ‘Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ê  3 sal cezayê girtîgehê jê re hate dayîn. Runiştina dozê bi awayekî tund hate rêvebirin. Heta destpêkê rê nehat dayîn ku parêzerên Silêman Ehmed beşdarî dozê bibin, di dawiyê de dibin zextan de me karî beşdar bibin.”