Rojnamevan ji bo hevpeyvîna bi Rêber Abdullah Ocalan re serlêdan kir

2 rojnamevanan ji bo ku hevpeyvînê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin, serî li Wezareta Edaletê ya dewleta Tirk da.

Rojnamevan ji bo hevpeyvîna bi Rêber Abdullah Ocalan re serlêdan kir
7 sibat, 2025   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Nezahat Dogan û Dîcle Muftuoglû, ji bo ku bi Rêber Abdullah Ocalan re hevpeyvînê bikin, serî li Wezareta Dadê ya dewleat Tirk da. Rojnamevanan daxwaznameyên xwe radestî wezaretê kirin.

Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû li ser navê rojnamevanan daxuyanî da û got wek rojnamevan ew nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd dişopînin.

Dîcle Muftuoglû wiha got: “Gelek aliyan daxuyanî dan û me jî hewl dan van gotinan bi raya giştî re parve bikin. Hemû derdor di weşanên zindî de daxuyaniyan didin. Lê belê derfeta me nîne ku em daxuyaniyên Abdullah Ocalan yekser bi raya giştî re ragihînin. Li ser şandeyên heta niha çûne, bi hinek agahiyan dizanin. Lewma ji bo weke aktorê sereke yê vê pêvajoyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û hîn bibin bê ka têkildarî pêvajoyê û çareseriya pirsgirêkê çi difikire, weke rojnamevanên jin me serlêdan kir. Weke rojnamevan, peywira me ew e ku civakê agahdar bikin. Em dixwazin di vê mijarê de ji Abdullah Ocalan pirsan bikin.”