Rejîma Îranê daxwaza jinûvedarizandina Pexşan Ezîzî red kir

Parêzerê Pexşan Ezîzî da zanîn ku serlêdana jinûvedarizandinê ya ji bo Pexşan Ezîzî hatiye redkirin.

Rejîma Îranê daxwaza jinûvedarizandina Pexşan Ezîzî red kir
7 sibat, 2025   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê daye rojnamevan û aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî. Serlêdana jinûvedarizandinê ya ji bo Pexşan Ezîzî hate kirin, lê ji hêla Dadgeha Bilind a Îranê ve hate redkirin. Parêzerê Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan li ser hesaba xwe ya X’ê peyamek parve kir û got serlêdan hatiye redkirin.

Reîsiyan da zanîn ku serlêdana wan a bi daxwaza jinûvedarizandinê di 25’ê Çileya 2025’an de kiribûn hatiye redkirin û biryar di 5’ê Sibatê de hatiye teblîxkirin. Reîsiyan, diyar kir ku ji bo jinûvedarizandinê dê careke din serî li Dadgeha Bilind bidin û ji bo pêşîlêgirtina cîbicîkirina biryarê jî ew ê daxwaz bikin ku madeya 477’an were esasgirtin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) jî têkildarî Pexşan Ezîzî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Pexşan Ezîzî bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ye.

Dîrektorê IHRNGO’yê Mahmood Amiry Moghaddam wiha got: “Redkirina serlêdana jinûve darizandina Pexşan Ezîzî, nîşan dide ku Komara Îslamê ji bilî darvekirin û zextan tu rêyên din nabîne. Gefa darvekirinê ya li ser Pexşanê cidî ye û tenê bi protestoyên gel û zexta navneteweyî dikare rê li ber were girtin.”