SOHR: 4 kesan ji ber teqîna mayinan jiyana xwe ji dest da

Li Humis û Dêrazorê ji ber teqîna mayinên bermahiyên şer 4 kesan jiyana xwe ji dest da.

SOHR: 4 kesan ji ber teqîna mayinan jiyana xwe ji dest da
7 sibat, 2025   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku li bajarok Um El Emed ê gundewarên rojhilatê Humisê ji ber teqîna mayineke bermahiyên şer du birayan jiyana xwe ji dest da.

SOHR’ê diyar kir ku li bajarokê Şimêtiyê yê başûrê bajarê Dêrazorê jî 2 şivanan ji be teqîna mayinekê ya bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daneyên SOHR’ê, ji destpêka îsal ve, ji ber teqîna bermahiyên şer, 35 jê zarok û 6 jê jin bi giştî 138 kesan jiyana xwe ji dest dane, her wiha di nav de 79 zarok 170 kes birîndar bûne.

(bb)