Rojnamevan: Çareseriyek siyasî ji bo Sûriyeyê bûye pêdiviyek lezgîn

Rojnamevanê Sûriyeyî diyar kir ku, li Sûriyeyê veguherînek bingehîn pêk tê ku rûdanên weke hilweşîna desthilatdariyê, zêdebûna binpêkirinan, û siyasîkirina nasnameyê û bêcezatiyek berfireh diqewime. Ev rewşa bêewlehiyê didomîne û tundiyê dike amûrek ji bo zextê. Rojnamevan dibêje ku çareseriya tê xwestin ew e ku pêvajoyek siyasî ya berfireh were destpêkirin û nenavendîkirina demokratîk ku mafan diparêze û baweriya neteweyî ji nû ve ava dike, were pêkanîn.

Rojnamevan: Çareseriyek siyasî ji bo Sûriyeyê bûye pêdiviyek lezgîn
5 ÇILE, 2026   07:30
SIWÊDA

Îro, Sûrîyeyê rastiyek tevlihev dijî ku binpêkirinên ewlehiyê yên zêde û zextên giran ên aborî û civakî tevlihv dibin, her wiha berdewamkirina alozî û pevçûnên siyasî yên ku hesta bêewlehî û bêaramiyê zêde dike.

Rojnamevanê Sûriyeyî, Dr. Mecid El Qelanî, ji ajansa me re got ku ev veguherîn bi 3 nêzîkatiyan tê rêvebirin. Ya yekem: "nekarîna desthilatdariya heyî ku qanûnek yekgirtî û wekhev ferz bike, ku dibe sedema kesên çete wekî qehreman û rizgarker bêne nîşandan. Bi vî rengî, çek ji amûrek ewlehiyê vediguherin amûrek ji bo asêkirina desthilatdariyê."

Xala duyem: "Siyasîkirina nasnameyê, ji ber ku gurkirina girêdanên mezhebî û herêmî ne xweber çêbûye, lê belê wekî mekanîzmayek ji bo seferberî, gurkirin û pevçûnan tê bikar anîn."

Xala sêyem: "bêcezatî wekî siyasetek defacto ye. Nebûna darizandinê ne tenê dubarekirina binpêkirinan teşwîq dike, lê di heman demê de giştîkirin û cezakirina kolektîf rewa dike, mexdûriyeta takekesî vediguherîne vegotinek kolektîf a ji bo îstismara siyasî. "

El Qelanî destnîşan kir ku xwepêşandanên dawî yên li herêmên hundir û peravê yên Sûriyeyê ne bûyerên bi tenê bûn ku ji rastiya Sûriyeyê dûr bûn, lê belê bertekek li hember hestên bêewlehiyê yên zêde, nebûna garantiyan û nebûna baweriyê bûn.

Ji hêla ewlehiyê ve, ev dîmenên kaosê yên kontrolkirî an sînorkirî jîngeha herî guncaw e ji bo bermahiyên torên kevin, komên tundrew û hêzên ku berdewamiya rewşa bêçare ya siyasî wekî berjewendiyek rasterast dibînin ku dihêle ew xwe ji nû ve bicîh bikin û bandora xwe berfireh bikin pêk tînin.

Ji aliyê civakî ve, xetera mezin ew e bicihkirina mantiqek gumanbariya kolektîf, ku tê de kes tenê bi nasnameyên xwe yên teng ve têne sînordarkirin, û komên cûrbecûr, wek Durzî, Kurd û Xiristiyan, têne neçarkirin ku li derveyî çarçoveya dewletê li parastinê bigerin ev yek jî tiştê ku ji tevna neteweyî jî maye dixe xeteriyê.

El Qelanî destnîşan kir ku parastina nenavendîbûna demokratîk, wekî ku li Suweydayê tê xwestin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deng vedide, û ku naha ji bo Elewiyan bûye daxwazek civakî û siyasî, ne projeyek hilweşandinê ye, lê belê hewldanek maqûl e ku rêvebriyê di nav dewletek yekbûyî de ji nû ve parve bike, bi şertê ku ew nebin "kantonên çekdarî an jî egerê ji bo zilm û zordariyeyke nû. "

Her wiha da zanîn ku heke rewşa heyî bêyî reformên siyasî yên rastîn berdewam bike, Sûriyeyê bi pratîkî ber bi yek ji 3 rêyan ve diçe, ku her 3 jî rêyên dijwar in:

Rêya yekem hilweşîna gav bi gav e, ku tê de qadên bandorê yên neragihandî têne bicîh kirin, her yek bi ewlehî, aborî û siyaseta xwe heye, bêyî  ku bi fermî parçebûnê ragihînin. Dibe ku ev model di demek kurt de kêmtir xwînî xuya bike, lê ew pir sist e û di her bûyerek girîng de dibe ku biteqe.

Riya duyemîn ji nû ve sepandina kontrola ewlehiyê ye, ev vebijark aramiyek şeklî peyda dike, lê heman sedemên teqînê ji nû ve çêdike; Ji ber ku mexdûriyetên derengmayî winda nabin lê kom dibin, ev biryar dijwar e ji ber ku ew lihevkirinek siyasî ya navneteweyî, nexşerêyek û hevrêziyek di navbera hêzên serdest de hewce dike, weke Akarîka, Îsraîl, Tirkiye û Brîtanya.

Riya sêyemîn û ya herî dijwar, ji nû ve avakirina peymana neteweyî ye bi rêya pêvajoyek siyasî ku hemwelatîbûna wekhev, dadweriyek serbixwe, hesabdayîna rastîn û nenavendîbûna siyasî û îdarî ya zelal  di çarçoveya dewletekya yekgirtî û demokratîk de.

El Qelanî diyar kir ku Sûriyeyê ne hewceyê rêveberiya krîzê ya li ser bingeha ewlehiyê ye, lê belê hewceyî biryarek siyasî ye ku dewletê wekî parêzvanek mafan, ne bingeha tirs û terorîzmê, û wekî dewletek welatiyan, ne ya komên ku li derveyî çarçoveya xwe parastina siyasî an civakî digerin.

Her wiha hişyarî da ku derengmayîna pejirandina vê rêyê bê guman dê were wateya ku alternatîf dê ji derve werin ferzkirin, ku xisara vê jî dê li ser Sûriyeyiyan pir mezin be.

El Qelanî wiha dewam kir: "Pêkanînên desthilatdariya de facto li, ji yekdestdariya biryardana siyasî bigire heta pêkanîna peymanên navneteweyî bêyî rewatiyeke neteweyî, û devjêberdana dewlemengiyên ku çavkaniyên welêt mane, ev tişt hemû dikarin wekî nêzîkatiyek teslîmbûnê ji bo berjwendiyên siyasî werin nirxandin, ev yek serweriyê winda dike li şûna ku wê vegerîne, û krîza baweriyê kûrtir dike li şûna ku wê çareser bike."

(k)

ANHA