’Mîsogerkirina mafên jinan şertekî bingehîn e’

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbyayê diyar kir ku mîsogerkirina mafên jinan û tevahî pêkhateyan şertê bingehîn ji bo avakirina Sûriyeya nû ye.

’Mîsogerkirina mafên jinan şertekî bingehîn e’
5 ÇILE, 2026   06:20
REQA
DÎMA MIHEMED

Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Reqayê der barê siberoja Sûriyeyê û girîngiya nivîsandina mafên jinan û tevahî pêkhateyan di destûra nû de ji ajansa me re axivîn.

Nedîma Mihemed diyar kir ku mîsogerkirina mafên jinan daxwazek nîn e, lê ji bo serxistina her projeyeke nîştimanî ya ji bo avakirina Sûriyeya nû şertekî bingehîn e.

Nedîma Mihemed anî ziman ku "parastina jinan di aliyê qanûnî û civakî de dê bandoreke erênî li hewldanên geşkirinê bike, dê nirxên edalet û hemwelatîbûnê pêş bixe, di encamê de dê di avakirina civakeke hevseng de ku karibe ji nû ve rabe ser xwe bibe alîkar."

Nedîma Mihemed di dawiya axafina xwe de destnîşan kir ku parastina mafên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê gaveke cewherî ber bi ewlehiyê ve ye û ev li gotinên xwe zêde kir "Bi vê yekê dê rê li ber siyasetên paşguhkirinê ku sedema bingehîn a kûrkirina aloziyan ne bê girtin. Naskirina pirrengî û wekhevî dê baweriyê di nava pêkhateyên civakê de xurt bikin."

Dûa Mihemed jî destnîşan kir ku mîsogerkirina mafên jinan kevirê bingehîn ê avakirina Sûriyeya nû ye û diyar kir ku jin hevkareke rasteqîn e nabe were paşguhkirin.

Dûa Mihemed da zanîn ku mîsogerkirina mafên jinan di destûrê de û xebata wê ya siyasî dê di avakirina dewletê ya li ser bingehê edalet û wekheviyê de bibe alîkar.

Dûa her wisa destnîşan kir ku mîsogerkirina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê hestê neteweyî xurt dike û rê li ber dubarebûna sedemên pevçûnên ku bi salan e welêt diêşînin digire.

Dûa Mihemed anî ziman ku eger her civakek hîs bike ku mafên wê têne parastin û ew di jiyana siyasî û civakî de tê temsîlkirin, dê aştiya navxweyî pêş de biçe.

Dûaa Mihemed got, Sûriye bi zihniyeta  yekalî ava nabe, lê bi hevkariya rasteqîn a di navbera jin û mêr û di navbera tevahî pêkhateyan de ava dibe.

Rîhab El Ewed jî da zanîn ku rêzgirtin û mîsogerkirina mafên jinan pîvanek rastîn a cidîbûna avakirina Sûriyeya pêşerojê ye û ev li gotinên xwe zêde kirin "Eger civakek ku nîvê nifûsa xwe ji holê radike nikare pêşveçûn an aramiyê bi dest bixe."

Rîhab El Ewed anî ziman ku mîsogerkirina mafên tevahî pêkhateyan baweriyê diafirîne û yekitiya neteweyî xurt dike, ev jî rasterast bandorê li ewlehî û aramiyê dike.

Rîhab El Ewed di dawiya axaftina xwe de got: "Edalet û wekhevî bingehên xurt ên avakirina aştiya navxweyî ne û rê li ber vegera nakokî û parçebûnê digirin. Sûriyeya siberojê jî divê li ser prensîba hevkariyê be, ne dûrxistinê bê avakirin. Beşdarkirina jinan û tevahî pêkhateyan di biryardanê de ne vebijarkek e, lê pêdiviyek neteweyî ye ji bo mîsogerkirina dewletek dadmend û demokratîk ku xwestekên hemî kur û keçên xwe diyar dike."

(b)

ANHA