Zarokên Serêkaniyê di navbera sermaya koçberiyê û xewna vegerê de

Li kampa Waşûkanî, zaroka bi navê Lamar Omar, 8 hezar û 670 zarokên din di nav konên hilweşiyayî û sermaya dijwar de dijîn. Xewnên wan tenê ku vegerin gund û dibistanên xwe, dûrî jiyana dijwar a kampan.

Zarokên Serêkaniyê di navbera sermaya koçberiyê û xewna vegerê de
Zarokên Serêkaniyê di navbera sermaya koçberiyê û xewna vegerê de
Zarokên Serêkaniyê di navbera sermaya koçberiyê û xewna vegerê de
Zarokên Serêkaniyê di navbera sermaya koçberiyê û xewna vegerê de
Zarokên Serêkaniyê di navbera sermaya koçberiyê û xewna vegerê de
Zarokên Serêkaniyê di navbera sermaya koçberiyê û xewna vegerê de
Zarokên Serêkaniyê di navbera sermaya koçberiyê û xewna vegerê de
Zarokên Serêkaniyê di navbera sermaya koçberiyê û xewna vegerê de
Zarokên Serêkaniyê di navbera sermaya koçberiyê û xewna vegerê de
5 ÇILE, 2026   02:35
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Piştî dagirkirina bajarê Serêkaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ve di sala 2019`an de, bi hezaran malbat ji bajêr hatin koçberkirin. Ew li bajarên kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûn, hin ji wan di kampan de dijîn, bi taybetî li kampên Waşûkanî û Serêkaniyê li gundewarê Hesekê. Li van kampan, zarok di nav konên kevin, sermaya dijwar û tirsê de dijîn.

Lamar Omar Hemîd El Îdan, keçek 10 salî ye, dema ku sê salî bû ji gundê xwe Menacîr derket û niha bi malbata xwe ya ji 4  kesan pêk tê re li kampa Waşûkanî dijî.

Lamar ku lêvên wê ji sermayê dilerizin û li ber kamerayê şerm dike, bi dengekî nizm dibêje, " Kamp ne xweşik e, rewşa me ne baş e, ez dixwazim vegerim mala xwe û gundê xwe Manacîr."

Lamar dema ku behsa konê xwe dike dibêje, "Dema ku baran dibare, av diherike nav wê ji ber ku ew qetiyaye, û ew pir kevin bûye."

Dema ku me pirsa hêviyên wê kir, bi coş bersiv da, "Daxwaza min ew e ku ez vegerim û xwendina xwe li gundê xwe biqedînim. "

Her çiqas gundê Lamarê baş nayê bîra wê jî, lê malbata wê her car jê re behsa bedewiya Mancîr dikir, lewma ew dixwaze wê bibîne û dîsa li wir bijî. Ew her wiha dixwaze gundê dayika xwe, El Emêrit, bibîne û bi zarokatiya ku wê qet nejiyaye kêfxweş bibe.

Li Kampa Waşûkanî 2 hezar û  360 malbat hene, ew malbat ji 17 hezar û 500 kesan ve pêk tê, ji wan jî 8 hezar û 671 zarok in. Hemû bi zehmetiyên wekev re rû bi rû ne.

Li quncikeke din a kampê, keçek ku temenê wê kêmî 10 salan e, rûniştiye û gorên xwe di ava sar de dişo, çavên wê tirsê nîşan didin. Li quncikekî din, keçek ciwan bi birayê xwe yê biçûk re dilîze, komek zarok li ber tîrêja rojê kom bûne û hewl didin xwe germ bikin. Li quncikeke din, rûyê zarokekî ji sermayê sor bûye. Ev dîmen ji bo her zarokekî ku li kampê dijî dubare dibin.

Tevî van şert û mercên dijwar, Lamar, mîna zarokên din, hêvî dike ku vegere gundê xwe, here dibistana xwe, li qadên vekirî bilîze û jiyanek normal bijî.

Ev çîroka bi hezaran zarokan e di kampên koçberiya bi darê zorê de, ku xewna vegera ewle, germahî û perwerdehiyê bûye hêviyek. Ev yek hewce dike deswerdaneke lezgîn pêk were da ku wan ji zivistana dijwar û nebûna pêdiviyên herî bingehîn rizgar bike.

(k)

ANHA