Rêxistinên NY’ê wê destek bidin Kantona Dêrazorê 

Şandeyek ji rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY), serdana Kantona Dêrazorê kir û bi nûnerên kantonê re hevdîtin kirin. Di hevdîtinan de biryarên hevkarî û piştevaniyê hatin girtin.

Rêxistinên NY’ê wê destek bidin Kantona Dêrazorê 
16 nîsan, 2025   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya NY’yê ku ji nûnerên Bernameya Xurekan a Cîhanê (WFP), Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (United Nations Development Programı-UNDP), Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan (UNHCR), Rêxistina Cîhanî ya Xurek û Çandiniyê (FAO) Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) û Nivîsgeha Hemahengiyê ya Neteweyên Yekbûyî (CHA) pêk tê, serdana Kantona Dêrazorê kir. 

Sedema serdana şandeyê wekî, nirxandina rewşa mirovî û danîna plansaziya piştevaniya herêmê ya di warê xizmetguzariyê de hat nîşandan.

Şandeya ku ji aliyê Desteya Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê ve hat pêşwazîkirin, piştre li ser rewşa herêmê bi rêveberiya kantonê re hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê de hevserokên desteyên perwerde û fêrkirin, çandinî û berhemên sewaldariyê, Şirketa Pêşxistina Civaka Çandinî, nivîsgehên rêxistinên naveteweyî û alîkariyê, nûnerên saziyên astengdaran, nivîsgeha kar û barên kampan, nûnerên rêveberiyên aş, firin û avê jî amade bûn.

Di hevdîtinê de rewşa mirovî û pêdiviyên xelkê Dêrazorê hatin gotûbêjkirin. Di dawiya civînê de ji bo pêşxistina herêmê li ser mijarên tenduristî, perwerde, çandinî, paqijî û koçberiyê biryar hatin girtin.

Biryarên hatine girtin wiha ne:

TENDURISTÎ

Destekkirina nexweşxane û navendên tenduristiyê. Bi armanca ku xizmetên bijîşkiyê bidomin, mekanîzmeya şopandinê bê avakirin.

PERWERDE Û FÊRKIRIN

Perwerdekirina xebatkarên fêrkirinê, başkirina kalîteya perwerdedayînê, pêşwazîkirina pêdiviyên perwerdeyê û destekkirina binesaziya dibistanan.

ÇANDINÎ Û SEWALKARÎ

Zêdekirina hilberîna çandiniyê û lêkolîna rêyên telafîkirina kêmbûna ard.

AV Û PAQIJÎ

Başkirina xizmetên av û paqijiyê û çareserkirina pirsgirêkên paqijiyê.

KOÇBER

Pêdiviyên kampan werin lêkolînkirin û bi Bernameya Xurekî ya Cîhanî re hemahengî bê çêkirin.

(bb)

ANHA