Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bi malbatên şehîd û şervanan re civiya

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê li bajarê Hecînê bi malbatên şehîd û şervanan re civîneke berfireh li dar xist.

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bi malbatên şehîd û şervanan re civiya
13 kanûn, 2025   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê li bajarê Hecînê civîneke berfireh bi malbatên şehîdan û yên şervanan re li dar xist. 

Di civînê de ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Sîpan Efrîn, fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûken Mihemed, endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebdulkerîm El Uwêd û malbatên şehîd û şervanan amade bûn.

Meclisê li nêrînên şêniyan guhdar kir û şêniyan piştgiriya xwe ji QSD'ê re dubare kir.

Fermandariya meclisê jî soza şopandina pirsgirêkên şêniyan û pêkanîna pêşniyaran ji bo pêşxistina karên hevbeş û têkiliya bi şêniyan re, da.

(mh)