Rojevên îro yên rojnameyên erebî

Îsraîl û Tirkiyeyê naxwazin li hemberî hev şer bikin, lê li Sûriyeyê aloziya di navbera wan de zêde dibe. Hêzên herêmî û navneteweyî der barê şerê Hindistan û Pakistanê de ketine tevgerê. Li Urdunê jî Îxwan El Muslimîn li pêşberî gelek senaryoyan e.

Rojevên îro yên rojnameyên erebî
9 gulan, 2025   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Aloziya di navbera Îsraîl û Tirkiye de, şerê Hindistan û Pakistanê, her wiha rewşa Îxwan El Muslimîn li Urdunê rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

’ÎSRAÎL Û TIRKIYE JI RÛBIRÛBÛNÊ DÛR DIKEVIN Û ŞERÊ JI BO BANDORÊ LI SÛRIYEYÊ KÛRTIR DIKIN’

Rojnameya El Ereb der barê aloziya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de nûçeyek weşand. Hate gotin, Îsraîl û Tirkiye ji pevçûna rasterast li Sûriyeyê dûr dikevin, lê hebûna wan a leşkerî ya zêde li wir û xwesteka her du aliyan a ji bo kontrol û zêdekirina bandoriya xwe  aloziya di navbera wan de dijwartir dike.

Hate gotin, Tirkiye û Îsraîlê dê ji ber zextên DYA’yê dê ji şerekî rasterast li Sûriyeyê dûr bikevin, lê hebûna wan a hevirk û asta tehemula wan a ji xetereyan re derî li pêşiya îhtîmalên xirab û şerekî diyarker vedike.

Li gorî rojnameyê " Berfirehbûna bandora Tirkiyê li ser Sûriye fikaran di nav rastgirên tundrew ên Îsraîlê de zêde bike. Dibe ku ev jî bibe sedema zexta siyasî ya zêdetir ji bo destpêkirina operasyonên leşkerî li dijî hêzên Tirkiyê an alîgirên wan li ser axa Sûriyê."

’BALAFIRÊN BÊMIROV ÊN ÎSRAÎLÎ Û BALAFIRÊN ŞER ÊN ÇÎNÊ KETINE HERÊMA ALOZIYA HINDISTAN Û PAKISTANÊ’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî cih da aloziya di navbera Hindistan û Pakistanê ku her du hev din tawanbar dikin ku bi dronan êrişan pêk anîn. Hate diyarkirin "Îslamabadê ragihand ku dronên Îsraîlî yên ku ji hêla Hindistanê ve hatine avêtin, hatin xistin. Her wiha îşaret bi balafirên şer ên Çînê jî kir ku tê texmînkirin di xistina balafirên ’Rafale’ de yên ku ji hêla New Delhiyê ve di êrişên li ser Pakistanê de roja Çarşemê hatibin bikar anîn."

 ÎXWAN EL MUSLIMÎN LI URDUNÊ: DAWIYA QONAXEKÊ AN DESTPÊKA HILWEŞÎNA RÊXISTINKIRÎ?’

 Rojnameya Independent Arabia ragihand ku çavdêrên li Urdunê  dibêjin ’qedexeya fermî ya li ser Îxwan El Muslimîn dibe ku ji bo Eniya Xebata Îslamî derfetek be ku jê veqete."

Li gorî rojnameyê, nayê zanîn ka enî û Îxwan El Muslimîn dê çawa bi dewleta Urdunê re re bidin û bistînin. Lê tê gotin, çend senaryo li pêşiya Îxwan El Muslimîn hene; an terikandina welat, an jî pratîkkirina teqiyê ku wekî prensîbeke sereke ya Îxwan El Muslimîn tê naskirin

(bb)