Hefteya Wêjeyî bi banga xurtkirina renxneyê û diyaloga çandî bi dawî bû

Hefteya Wêjeyî ya ji hêla Dîwana Wêjeyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve li Hesekê hat lidarxistin bi bangên piştgiriya rexneya wêjeyî ya akademîk, avakirina hevkariyên çandî di navbera herêmên cihêreng ên Sûriyeyê de, balkişandina ser wêjeya Suryanî û Ermenî, xurtkirina têkiliya di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de bi dawî bû.

Hefteya Wêjeyî bi banga xurtkirina renxneyê û diyaloga çandî bi dawî bû
Hefteya Wêjeyî bi banga xurtkirina renxneyê û diyaloga çandî bi dawî bû
Hefteya Wêjeyî bi banga xurtkirina renxneyê û diyaloga çandî bi dawî bû
Hefteya Wêjeyî bi banga xurtkirina renxneyê û diyaloga çandî bi dawî bû
Hefteya Wêjeyî bi banga xurtkirina renxneyê û diyaloga çandî bi dawî bû
Hefteya Wêjeyî bi banga xurtkirina renxneyê û diyaloga çandî bi dawî bû
Hefteya Wêjeyî bi banga xurtkirina renxneyê û diyaloga çandî bi dawî bû
Hefteya Wêjeyî bi banga xurtkirina renxneyê û diyaloga çandî bi dawî bû
8 gulan, 2025   21:45
HESEKÊ

Di çalakiya Hefteya Wêjeyî ya li bajarê Hesekê de hejmareke mezin a wêjevan, rewşenbîr û hezkiriyên wêjeyê amade bûn. Di vê çalakiyê de panel, semîner, helbest û çîrok bi zimanên Kurdî û Erebî hatin dayîn û xwendin.

Di roja dawîn a Hefteya Wêjeyî de paneleke diyalogê bi navê "Pirsên rexneya wêjeyî" bi beşdariya Dr. Besam Mecdel, nivîskar Ebdilmecîd Xelef, rojnamevan Xidir Deham hat lidarxistin. Panel ji aliyê Dr. Riyad Xelef ve hat birêvebirin. Di panelê de li ser pirsên di rexneyê de û rola rexnegir di pêşxistina nivîsên nivîskaran de hatin nîqaşkirin.

Xelef diyar kir platformên rexneyê yên rêxistinkirî tune ne û lêkolînên di aliyê rexneya kategorîkirî de lewaz in.

Di çalakiyê de çîrokên bi zimanê Kurdî ji hêla nivîskar Roja Mihemed ve û bi ERebî ji hêla nivîskar Ciwan Zekî Silo ve hatin xwendin û Erebî hatin xwendin. Her wiha helbestvan Ferhad Merdê jî helbestên li ser welat û evînê pêşkêş kirin.

Piştre semînerên li ser rola wêjeyê di avakirina mozaîka civakî de û zehmetiyên li pêşiya jinên nivîskar ên Sûriyeyê hatin dayîn.

Di panelekê de cudahiya di navbera wêjeya jinên li Şamê û yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin diyarkirin, ku tê de bal li ser destkeftiyên jinên nivîskar ên Rojavayê Kurdistanê hat kişandin.

Di semînerekê de li ser "Têkiliyên di navbera rexneya akademîk û empresyonîst (intîba) de" hat nîşqaşkirin û hat diyarkirin ku di xebata rexneyî de sîstametîkbûyîn tune û banga piştgirîyê ji bo avakirina platformên rexneyî yên sazûmanî yên ji bo hilberandin û pêşxistina xîtaba rexneyî ya herêmî hat kirin.

Di dawiya Hefteya Wêjeyî de daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de girîngî bi destekdayîna qada çandî û rewşenbîrî ya herêmê hat dayîn û banga xurtkirina rexneya wêjeyî ya akademîk, avakirina têkiliyan bi deverên cuda yên Sûriyeyê re, balkişandina ser wêjeya pêkhateyên Suryanî û Ermenî û xurtkirina têkiliya di navbera jinên nivîskar ên Sûriyeyê de hat dayîn.

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku ev çalakî li dar xist, spasiya xelkê Hesekê û beşdaran kir û hêvî kir ku ev çalakî bibe destpêka qonaxeke nû ya hevkarî û afirîneriyê ji bo avakirina civakeke rewşenbîr.

Hefteya Wêjeyî ya 4'an a ku di 3'yê vê Gulanê de li bajarê Hesekê hat lidarxistin, yek ji çalakiyên rewşenbîrî yên herî mezin ên ku salane li bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên lidarxistin e. Di van çalakiyan de diyaloga li ser pisgirêkên wêjeyî, civakî û çandî yên îsal hatine kirin, tên kirin û nêrîn tên parvekirin.

(mh/fr)

ANHA