Rojevên îro yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî diyar kir ku êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê binpêkirineke rasterast a saziya dewleta Sûriyeyê ye. Rojnameyan êrişa dawîn a Hûsiyan a li ser wekî derbeyek manewî li dijî Îsraîlê nirxand û diyar kir ku ev êrişa berfirehbûna kapasîteyên hêzên herêmî yên Îranê û guhertinek stratejîk di rêgezên şer de nîşan dide.

Rojevên îro yên rojnameyên erebî
5 gulan, 2025   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro ve êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê, şerê Hûsî û Îsraîlê, her wiha bernameya nûkleerî ya Îranê nirxandin.

’GELO LAWAZIYA ŞERAI AN JIHEVKETINA SÛRIYEYÊ?’

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser êrişên vê dawiyê yên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê û diyar kir ku "êriş ne tenê rejîmê dike hedef, lê di heman demê de armanc dike ku dewleta Sûriyeyê ji hundir ve biwestîne û wê di nava aloziyan bifetisîne ku bi demê re bibe sedema jihevkirinê."

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku bêdengiya navneteweyî û helwesta erênî ya Rêveberiya DYA’yê,  Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu teşwîq dike ku siyasetên xwe yên ferzkirina rewşê bidomîne. Hate gotin, rewşa heyî ya Sûriyeyê xetereyekê çêdike ku sînorê wê jî derbas dike û dibe ku bandorê li Lubnan, Iraq, Urdun û Tirkiyeyê bike.

’FÛZEYÊN NÛJENKIRÎ YÊN HÛSIYAN ÊN JI ALIYÊ ÎRANÊ VE HATINE ÇÊKIRIN BINGEHÊN PARASTINA ÎSRAÎLÊ DERBAS KIRIN’

Rojnameya El Ereb a li Londonê aloziya di navbera Îsraîl û Hûsiyan de rojev kir. Rojnameyê ku cih da êrişa Hûsiyan a bi fûzeyan a li derdora balafirgeha Ben Gurion da zanîn ku fûze ji aliyê Îranê ve hatiye çêkirin û guhertinên teknîkî yên rast lê hatine kirin.

Rojnameyê ev êriş wekî derbeyeke manewî ya xurt li hemberî Tel Avîvê nirxand "Dibe Îsraîlê bersiveke giran bide. Dibe li deverên stratejîk ên li Sena û Seidayê bide û bi taybetî deverên ku guman tê kirin pisporên Îranî lê hene, bike armanc."

Li gorî rojnameyê, êrişa Hûsiyan berfirehbûna kapasîteyên hêzên herêmî yên Îranê û guhertinek stratejîk di rêgezên şer de nîşan dide. Ev jî  rewşa ewlehiyê li Rojhilata Navîn aloztir dike.

BERNAMEYA NUKLEERÎ YA ÎRANÊ: DI NAVBERA XAPANDINA BERDEWAM Û PÊDIVIYA ÇAVDÊRIYA NAVNETEWEYÎ DE

Malpera Elaphê jî ku dosyaya nukleerî ya Îranê nirxand, destnîşan kir ku tevî çavdêriya Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî,  rejîma Îranê bi salan siyaseteke sîstematîk a xapandinê li hember civaka navneteweyî dimeşîne.

Li gorî heman malperê, Îran bi îdiaya mûzakere û dîplomasiyê,  siyaseta razîkirina hêzên rojava bi kar anî da ku pêşxistina bernameya xwe ya nukleerî bidomîne. Li hemberî van siyasetan jî banga xurtkirina çavdêriya navneteweyî hat kirin.

(bb)