Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 19 kes hatin kuştin
Hate ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 19 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûne.

Medyayên filistînî ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li ser herêmên Kerama û Beyt Lahiya yên Xezayê de 19 kes hatin kuştin û 15 kes birîndar bûn.
Televîzyona El Aqsayê jî da zanîn ku li ser bajarê Xeza, herêma Selatîn a rojavayê Beyt Lahiyayê êrişên hewayî û li derdora bajarokê Ebsana Mezin a li rojhilatê Xan Yûnisê êrişên bi obîsan hatin kirine.
Li gorî çavkaniyên tenduristiyê yên Xezayê, ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ve ku 7’ê Cotmeha 2023’yan dest pê kir, zêdekirî 52 hezar kes hatine kuştin û nêzî 118 hezar kes jî birîndar bûne.
(bb)