SOHR: Di rojekê de 7 kes hatin kuştin

Li gorî SOHR’ê, li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 7 kes hatin kuştin.

SOHR: Di rojekê de 7 kes hatin kuştin
5 gulan, 2025   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de bi kêmanî 7 kes hatine kuştin.

Li gorî SOHR’ê, li bajarê Derayê komeke çekdar ku li motorseklêtê bû, endamekî hêzên desthilata Şamê kuştin. Li bajarê Hemayê kesek ji aliyê çekdaran ve hat kuştin.

Hate diyarkirin ku li bajarê Babê yê gundewarê Helebê girtiyek di girtîgeha çeteyên dewleta Tirk a dagirker de ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da. Li Tertûsê jî hêzên ewlehiyê yên desthilata Şamê bi ser gundê Beqio yê bajarê Dirêkîş de girtin û di dema gulebaranê de ciwanek kuştin.

SOHR’ê da zanîn ku li taxa Wadî Zeheb a Humisê jî jinek ji aliyê çekdarên nenas ve hat qetilkirin, li gundê Qibê yê bakurê Helebê jî ciwanek ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da.

SOHR’ê diyar kir ku li gundê Buraq ê Siwêdayê jî endamekî hêzên desthilata Şamê di şerê li hemberî çekdarên xwecih de hat kuştin.

(bb)