Rojevên îro yên rojnameyan; lihevkirina DYA- Îranê û bandorên wê

Rojnameyan cih da mûzakereyên di navbera DYA û Îranê de, bandorên wan ên muhtemel li ser rewşa navxweyî ya Îranê û siberoja herêmê, her wiha pirsgirkên siyasî û gelêrî ku dikarin li pêşiya lihevkirina her du aliyan derkevin.

Rojevên îro yên rojnameyan; lihevkirina DYA- Îranê û bandorên wê
23 hezîran, 2026   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî di rojevên xwe yên vê sibehê de der barê bandorên siyasî yên muhtemel ên her lihevkirinek di navbera Îran û DYA‘yê de nivîsîn.

‘TIRSÊN ÎRANIYAN LI SER ŞIKESTINA YEKITIYA NAVXWEYÎ JI BER PEYMANA BI WASHINGTONÊ RE‘

Rojnameya El Ereb dan û standinên berdewam ên di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de wekî " bi qasî ku ceribandinek ji bo têkiliya di navbera her du welatan de ne, ceribandinek ji bo hevgirtina pergala siyasî ya Îranê ye" nirxand. Hate gotin, hikumeta serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan hewl dide sûdê ji agirbesta bi Washingtonê re bigire da ku zextên aborî û ewlehiyê kêm bike, lê fikar hene ku her lihevkirineke bibe jêdera dabeşbûnê di navbera saziyên hikumetê û tevgerên siyasî de.

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku siberoja lihevkirinê ne tenê girêdayî encamên mûzakereyan, lê girêdayî hêza Îranê ya rêvebirina hevsengiyên xwe yên navxweyî û nehêle ku nîqaşên li ser lihevkirinê bibin sedema çerxeke siyasî.

 ‘YÊ HERÎ ARAM DIMÎNE‘

Rojnameya Şerq El Ewsat jî diyar kir ku Rojhilata Navîn li pêşberî xaçerêya di navbera modelên li ser bingeha hêz û pevçûnê û modelên li ser bingeha aramî û pêşveçûnê de sekiniye.

Rojnameyê îşaret pê kir ku Îsraîlê di dîrokê de xwe bi hêza leşkerî û ferzkirina rewşan li ser erdê xurt kiribû, lê Îranê hêza xwe bi rêya wekîl û milîsên xwe yên li gelek herêman ava kir û ev nirxandin kir "Van polîtîkayan lawazî û bêistiqrarî zêde kir. Modelek din li ser bingeha veberhênanê di pêşkeftin û aboriyê de û xurtkirina berxwedana civakî derket. Ezmûnên serketî yên cîhanî îsbat kirine ku aramî û pêşveçûn bingeha hêza domdar in. Pêdiviya herêmê jî bi nêzîkatiyên wisa heye ku li şûna pevçûnên dirêjkirî li ser avakirina dewletê û bidestxistina serfiraziyê disekinine."

 ‘GELO RÊKEFTINEK DI NAVBERA DONALD TRUMP Û ÎRANÊ DE DÊ ASTENGIYA RAYA GIŞTÎ DERBAS BIKE?‘

Rojnameya An Nahar a Lubnanê li ser astengiyên siyasî yên li pêşberî her rêkeftinek muhtemel di navbera DYA û Îranê de derdikevin nirxandin. Hate gotin, astengiya sereke dibe ku di helwesta raya giştî ya Amerîkî de be û Serokê DYA‘yê Donald Trump ji bo dûrketina ji lêçûna pevçûna leşkerî û bandorên wê yên aborî, li rêkeftinek bi Tehranê re digere, lê ew bi zexta navxweyî ya derdorên komarî re rû bi rû ye, ji ber endamên komarî siyaseta wî ya li hember Îranê "Hişk û bes" nabînin.

Rojnameyê destnîşan kir ku anketên raya giştî, dabeşbûna di navbera Amerîkiyan de di derbarê dan û standina bi Îranê re û siberoja pergala wê ya siyasî de eşkere kirine.  Hate diyarkirin ku armanca retorîka zêde ya Trump ew e ku bingeha xwe ya hilbijêran piştrast bike û wêneyek hêzê nîşan bide.

Di dawiya nivîsê de hate gotin,  serkeftina rêkeftinekê ne tenê bi têgihîştinên di navbera Washington û Tehranê de ye, lê di heman demê de bi hêza her du aliyan ve girêdayî ye ku girseya navxweyî ji gengazbûna wê razî bikin.

(bb)