Nûnerê NY`yê: Veguhestina siyasî li Sûriyeyê hewceyî hesabpirsînê ye

Cîgirê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Claudio Cordone diyar kir ku qonaxa veguhêz hewceyî hesabpirsînê, bidestxistina edaleta veguhêz û çareserkirina pirsgirêkên entegrasyonê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de ye.

Nûnerê NY`yê: Veguhestina siyasî li Sûriyeyê hewceyî hesabpirsînê ye
23 hezîran, 2026   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dema rûniştina Konseya Ewlekariyê ya NY`ê de, Cordone fikarên xwe der barê derengketina avakirina parlementoyê (Meclîsa Gel) de anî ziman û banga nûnertiya rastîn a jinan û pêkhateyên cihêreng ên civaka Sûriyeyê di saziyên siyasî de kir.

Cordone diyar kir ku pêvajoya veguhêstina siyasî li welêt di "qonaxek krîtîk re derbas dibe ku hem bi derfet hene û hem jî qels e.

Li ser mijara ewlehiyê, Cordone destnîşan kir ku pêkanîna peymana di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û QSD de berdewam e, di nav de entegrasyona leşkerî, di heman demê de qebûl kir ku hin pirsgirêk û dosya "divê werin çareser kirin."

Cordone  her wiha bal kişand ser aloziyên berdewam ên li Siwêdayî ji ber nebûna tedbîrên avakirina baweriyê.

REWŞA MIROVÎ

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Karûbarên Mirovî yê Wekîl, Indrika Ratwati diyar kir ku pêdiviyên mirovî li Sûriyeyê tevî hewldanên alîkariyê jî zêde ne û bal kişand ser koçberiya berdewam û şert û mercên newekhev ji bo vegera ewle ya koçberan.

Cordone her wiha rave kir ku lehiyên dawî yên li qeraxên Çemê Firatê bandor li zêdetirî 17 hezar kesan kirin.

(k)