Li Enqereyê amadekariyên civîna NATO: Qedexe dest pê dikin!

Walîtiya Enqereyê ji ber civîna NATO ji 28‘ê Hezîranê heta 10‘ê Tîrmehê hemû çalakî qedexe kirin.

Li Enqereyê amadekariyên civîna NATO: Qedexe dest pê dikin!
23 hezîran, 2026   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetên NATO‘yê ya 2026‘an, di 7-8‘ê Tîrmehê de li Wargeha Serokomariyê tê lidarxistin. 

Walîtiya Enqereyê ji ber Civîna 36‘emîn a Serokên Dewlet û Hikûmetên NATO‘yê, ji 28‘ê Hezîrana 2026‘an saet 00.00 heta 10‘ê Tîrmeha 2026‘an saet 23.59‘an ji bo 13 rojan hemû çalakî û civînan li seranserê bajêr qedexe kir.

QADA QEDEXEYÊ BERFIREH BÛ

Li gor daxuyaniya Walîtiyê, di 7-8‘ê Tîrmehê de Civîn li Wargeha Serokomariyê tê lidarxistin. Ji ber vê yekê li Enqereyê di qadên vekirî û girtî de civîn, meş, daxuyaniya rojnamevaniyê, greva birçîbûnê, rûniştin, protesto, mitîng, vekirina stendê, danîna konan, belavkirina belavokan û daliqandina afîş-pankartan qedexe kir.

TEDBÎRÊN EWLEHIYÊ TUNDTIR BÛN

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku herêmên hesas ên ku civîn lê tê kirin, delegasyon lê dimîne û dê jê derbas bibe, dê ji bo wesayît û kesên bê destûr re girtî be. Her wiha di navbera van dîrokan de, bêyî destûra Walîtiyê firîna her cure wesayîta hewayî ya bêpîlot drone jî qedexe ye.

Tê payîn ku Serokê DYA‘yê Donald Trump jî beşdarî civînê bibe. 

Tedbîrên hatine girtin dê di şeva 10ê Tîrmehê de bi dawî bibin.