Rojeva sereke ya rojnameyên Erebî Xeza û bandora wê ye 

Rojnameyên Erebî di hejmarên xwe yên îro de cih dan şerê Îsraîl-Hemasê, dengvedan û metirsiyên wê yên li herêmê û hilbijartinên Lîbyayê.

Rojeva sereke ya rojnameyên Erebî Xeza û bandora wê ye 
20 cotmeh, 2023   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb ku navenda wê li Londonê ye, bi nûçeya, “Urdin ji aloziya Xezayê metirsîdar e” cih da bandora şerê Îsraîl û Hamasê yê li ser Urdunê. Di nûçeyê de daxuyaniyên Melikê Urdunê Ebdullah El Sanî û serdanên wî yên derveyî welat metirsiya ji bo vî welatî nîşan dide û wiha hat gotin: “Metirsiya Melikê Urdinê tenê derbarê plana Îsraîl-Amerîka ya koçberkirinek nû filistîniyan de nîn e, di heman demê metirsiya ku bandorên neyênî li hundirê Urdinê bikin jî heye.”

LIV Û TEVGERA ÎRANÊ

Rojnameya El Qudis El Erebî ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên Îran û Îraqê, bal kişand ku fermandarê Hêza El Qudis a girêdayî Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê general Îsmaîl Qaanî 15′ê Cotmehê bi awayekî veşartî serdana Sûriyeyê kiriye û ev serdan 2 rojan dom kiriye.

Li gorî rojnameyê, Qaanî di serdana xwe de amadekariyên hevalbendên Îranê yên li Sûriyeyê gotubêj kirine û di hevdîtinan de biryar hatiye girtin ku ji hevalbendên Îranê yên li Sûriye û Iraqê odeyeke operasyonên hevbeş bê avakirin. Ev ode jî wê rewşa heyî bişopîne û koordînaya belavkirina hêzan bike.

Di rojnameyê de li ser liv û tevgera Hîzbullah’a Lubnanê jî agahiyên ku spartine çavkaniyên herêmê hatine dayîn û hat gotin ku yekîneyên taybet ên  Hizbullahê li hember sînorê Îsraîlê hatine bicîhkirin.

′ROJEVA QANÛNÊN HILBIJARTINÊN LI LÎBYAYÊ′

Rojnameya El Beyan cîh daye  geşedanên li Libyayê û destnîşan kir ku devlî aloziya di navbera aliyên hundirîn de jî, mijara hilbijartinan di rojevê de ye. Li gorî rojnameyê serokê hikumeta Wehde El Weteniyê Ebdulhemîd Debîbe gotiye hikumeta wî piştgiriyê dide pêkanîna hilbijartinan.

Di nûçeya rojnameyê de nêrînên çavdêran jî hatine dayîn. Li gorî çavdêran daxuyaniyên Debîbe tê wateya redkirina danustenan û avakirina hikûmetek nû.

(fr/a)