ROJEVA NÛÇEYAN A 24-07-2026

ROJEVA NÛÇEYAN A 24-07-2026
24 tîrmeh, 2026   02:00

Aborînas Ehmed Pelda peymana Kerkûk-Banyasê ku li DYA’yê di navbera Iraq û Sûriyeyê hate çêkirin, nirxand û diyar kir ku hemû hewldan di çarçoveya girtina Tengava Hurmuzê de ji bo çêkirina rêyên alternatîf in.

Nesrîn Xidir sala 1998`an fêrî werzîşa tekwandoyê bûye û niha zarok û jinên ciwan perwerde dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şênî û xwediyên kamyonan ên ku rêya giştî ya di navbera Misyaf û Wadî El Iyûn ên li parêzgeha Hemayê bi kar tînin, ji ber hebûna kortikan û xerabiyê ev çend meh e rastî metirsiyan tên. Şênî daxwaza sererastkirina wê rêyê dikin.

Li Bendava Mizgeftê konteynerên çopê hene û hemleyên paqijkirina bendavê bi rêxistin dikin lê dîsa jî li kêleka wê û di bin darên li dora wê de çop heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).