Îran: Amerîkayê êrişî girava Qeşmê kir

Medyaya Îranê ragihand ku Amerîkayê li perevên bajarê Sûza yê girava Qeşmê xistiye.

Îran: Amerîkayê êrişî girava Qeşmê kir
23 tîrmeh, 2026   22:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Tesnîmê ragihand ku peravên bajarê Sûza yê girava Qeşmê ji aliyê Amerîkayê ve hat hedefkirin û mûşekek li herêma peravê ketiye.

Ajansê destnîşan kir ku aliyên têkildar dest bi lêkolîn û tesbîtkirina zerarên muhtemel ên êrişê kirine.

Heya nehatiya zanîn bê ka qurbanî hene yan na.

(bb)