Li Derayê di pevçûna eşîran de 2 kes hatin kuştin

Li bajarê Tefesê yê rojavayê Derayê di navbera 2 eşîran de pevçûn derket. Di encamê de 2 kes hatin kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Li Derayê di pevçûna eşîran de 2 kes hatin kuştin
23 tîrmeh, 2026   23:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Tefesê yê gundewarê rojavayê Derayê di navbera eşîra El Zubai û eşîra El Kîlanê de şer derket. Di şer de çek hatin bikaranîn û guleyên destan hatin avêtin.

Hate ragihandin ku di şer de 2 kes hatin kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Li gorî SOHR‘ê ji destpêka 2026‘an de 89 şerên malbatî û eşîrtî derketin. Di encamê de 72 kes hatin kuştin û 158 kes jî birîndar bûn.

(bb)