ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-11-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-11-2023
9 mijdar, 2023   02:00

Rojnamevanê ji Japonyayê Îkuko Katsûmata ku sala 1991’an bi Rêber Abdullah Ocalan re ‎hevpeyvînek kiribû, got “Birêz Ocalan ramangerekî baş e, ramanên wî tu carî winda nabin, ew ‎mifteya siberojê ye.”‎

Romana “Qelen” ku ji aliyê nivîskar Ebûd Mexso ve hatiye nivîsîn qala jiyan û têkoşîna Apê ‎Yûsif Gulo dike, ku wekî “Afrînerê Aştiyê” dihat binavkirin û li Kurdistanê bi welatparêziya xwe ‎dihat nasîn.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ‎danîna bernameyeke 25′ê Mijdarê civiya.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

Tevî êrişan Komîteya Şaredariyan a kantona Girê Spî gelek projeyên xizmetguzariyê li navçe ‎û bajaorkên girêdayî wê pêk anîn û projeyên din didomîne. ‎‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

Koçbera ji Humsê ê bi navê Xeyriye Mehmûd El Ehdeb ji bo ku debara xwe bike, çay, qehwe û ‎vexwarinên germ difroşe. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎ ‎

Ji ber girtina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, kehrebe 7 saetan tenê li ‎Kobanê heye. Gerînendetiya Kehrebeyê ya kantonê ji bo çareserkirina pirsgirêka kehrebeyê ‎‎9  proje bi dawî kirin.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎ ‎

Li gorî pêşdeçûn û datayan şerê li Xezayê yê di navbera Hemas û hêzên Îsraîlê de ber bi şerekî ‎demdirêj ve vediguhere, ev yek astmosfêreke guncaw ji rêxistinên tundraw û komên çeteyan ‎re ava dike ku ji nû ve çalakiyên xwe vegerînin, ji wê zêdetir jî ev şer bandore li krîzên herêmê ‎dike û dihêla aloziyên heyî zêde bin, bi taybet ên di navbera Îran û DYA′yê de.‎

Xelkê Til Temirê ya Hesekê cenazeyê şervanê QSD′ê Omer Mihemed El Meter (Agirî Til Temir) ê ku di dema li ser erka xwe ya nîştimanî de şehîd bûbû, oxir kir. Merasîma oxirkirinê li Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê tê lidarxistin û dûre li goristana şehîdan a Til Temirê were oxirkirin. Saet 10:30′an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎ ‎

Yekitiya Jinên Ciwan Mîhrîcana ‎‏4‏‎′an a Şehîd Stêrvan bi diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ bi ‎dirêjahiya 2 rojan li Yarîgeha Berxwedanê ya Şêxmeqsûdê ya Helebê li dar dixe.Saet 10:00′an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎ ‎

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tebqayê komxebeteke sosyolojiya azadiyê li dar dixe. Di wê komxebatê de doza zewaca keçîn, koçberî, hişbir tên nîqaşkirin. Komxebat li navenda çandê ya bajêr saet 10:00′an tê lidarxistin. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎ ‎

Meclisa Navçeya Tirbespiyê ji zarokên dibistanên navçeyê re ji bo bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Tirbespiyê şahiyekê li dibistana Mecdel El Şemis li dar dixe. Saet 10:00′an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎ ‎

 Xelkê Qamişlo sersaxiyê dide malbeta şehd Herdem Çiya (Elî Zoro) ê di 26′ê Cotmehê de li Dêrazorê di encama êrişên komên çekdar ên girêdayî hêzên hikumeta Şamê de şehîd bûbû. Sersaxî li pêş mala wî ya li taxa Erbewiye ya li Qamişloyê tê lidarxistin, saet 10:00′an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎ ‎

Komîteya Çand û Hunerê ya Erîşa li pêş meclisa navçeyê pêşangeha hunerên şêwekariyê û xwendina komek helbestên mîrasê pêşkêş dike. Saet 10:00′an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎ ‎

Desteya Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi merasîmekê firna Xabûr a li taxa Til Hecer a Hesekê vedike, saet 11:00′an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎ ‎

Hemwextî salvegera 2′yemîn a şehadeta Yûsif Gulo, Meclisa Malbatên Şehîdan li pêş peykerê şehîd Yûsif Gulo li çerxerêya têketinê ya li aliyê rojavayê Qamişloyê daxuyaniyekê saet 13:00′an dide, di heman çarçoveyê de xelkê Qamişloyê ji bo bîranûna salvegera 2′yemîn a şehadeta Yûsif Gulo û neviyên wî saet 16:00′an berê xwe die goristana şehîdan. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎ ‎

Nivîseha Jin a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di çarçoveya çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê li hola civînan a meclisê li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê civînekê li dar dixe. Saet 12:00′an. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎ ‎

ANHA