Xebatên şaredariyên gel ên Girê Spî

Tevî êrişan Komîteya Şaredariyan a kantona Girê Spî gelek projeyên xizmetguzariyê li navçe û bajaorkên girêdayî wê pêk anîn û projeyên din didomîne.

Xebatên şaredariyên gel ên Girê Spî
Xebatên şaredariyên gel ên Girê Spî
Xebatên şaredariyên gel ên Girê Spî
Xebatên şaredariyên gel ên Girê Spî
Xebatên şaredariyên gel ên Girê Spî
9 mijdar, 2023   06:38
EYN ÎSA

Şaredariyên Gel ên kantona Girê Spî di çarçoveya plansaziya xwe ya îsal de gelek projeyên xizmetguzariyê pêk anîn û xebatên din didomîne.

Tev êrişan şaredariyên gel ên navçeya Eyn Îsayê, bajarokên Hîşe, Cirin û Silûkê hew didin beriya barîna baranê xebatên ku  ji beriya çend mehan ve dane destpêkirin, bi dawî bikin.

Di vê çarçoveyê de, şaredaryên gel ên bajarokê Cirin û Hîşe, ragar û rêyên girîng ên li gundên derdorê sererast kirin.

Şaredariya Gel li bajarokê Cirin ê rojavayê bajarê Girê Spî yê dagirkirî xebatên sererastkirina rêya Xan-Metîna bi dirêjahiya 11 kîlometreyan û sererastkirina 4 ragaran li gundin Bender Xan, Metîna, Qertal û Derb Hesen didomîne.

Şaredariya Gel a bajarokê Hîşe yê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê ketina El Şêx Hesen-Hîşe bi dirêjahiya 850 metreyan sererast kir.

Her wiha Şaredariya  Gel a navçeya Eyn Îsayê sererastkirina rêya Hedriyat-Hîşe bi dirêjahiya 8 kîlometreyan didomîne.

Nivîsgeha Xizmetguzarî ya navçeya Silûkê ya dagirkirî jî, sererastkirina rêya Leqta -El Qesir di pêvajoya sêyemîn de bi dirêjahiya 10 kîlometreyan didomîne.

Hevserokê Komîteya Şaredariyan a Meclisa Kantona Girê Spî Mihemed Derwîş got: “Ji destpêka Cotmehê ve me gelek proje dane destpêkirin. Ev proje stratejîk in û dê gelek herêmên girêdayî kantonê sûdê jê digirin, nemaze ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê dewam dikin."

Mihemed Derwîş anî ziman ku ew hewl didin projeyan di dema wan a diyar de û li gor girêbestên ku peyamgeran re îmze kirine, bi dawî bikin.

Hevserokê Komîteya Şaredariyan a Meclisa Kantona Girê Spî Mihemed Derwîş di dawiyê de destnîşan kir ku şaredarî dê xizmeta welatiyan bikin û hewl bide tevahî projeyan bi dawî bike.

(şx)

ANHA