ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-02-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-02-2026
9 sibat, 2026   02:00

Şêwirmendê eşira a El Cibûr Şêx Ekrem El Mehşûş, nerazîbûna xwe li hember zimanê nefretê û hewldanên gurkirin tundiyê û têkbirina ewlehî û aramiya herêm, nîşan da. El Mehşûş diyar kir ku cihê kesên ku fitneyê dikin di nav wan de tune ye û peymana 29`ê Çileyê li ser erdê tê bicîhanîn. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê Hesekê gotin yekitiya Kurd pêwîstiyekî dîrokî ye û xurtkirina helwestê gelê Kurd wê li ser asta herêmî û navneteweyî deskeftiyên wan biparêze. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên Kobanê destnîşan kir ku di şerê Kobanê de bi destê jinan çeteyên DAIŞ`ê têk çûn û got "Em ê bi hêza jinan destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin.” BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên li bajarê Girke Legê dimînin daxwaz dikin şer bi dawî bibe û ew bi rûmet vegerin malên xwe. BI WÊNE Û DÎMEN