ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8- 5 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8- 5 – 2025
8 gulan, 2025   02:00

Jinên ji bajarê Dirbêsiyê û kantona Efrînê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mercê bingehîn e ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde û got "Heya ku banga aştiyê bi pratîkî pêk bê, em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Hevserokên meclisan û rêveberên partiyên siyasî got “Helwesta ku di konferansê de hate raberkirin di asteke pir baş de bû, lê tişta ku tê xwestin bicihkirina biryarên konferansê ye da ku doza gelê Kurd li ber cîhanê bi yek hezî nîşan bidin.”

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Mihemed Îsa got sedema serweriya retorîka mezhebî ya li ser jiyana Sûriyeyiyan, xîtaba yekrengî û nebûna siyaseteke niştîmanî ya giştî ye, ku dikeve xizmetî ajandeyên herêmî.

Biryara erkdarkirina kujerê Hevrîn Xelef wek fermandarê yekîneyeke leşkerî ya desthilata Şamê, bû sedema hêrseke berfireh di nav jinan de. Jinan diyar kir ku cihê kujerên jinan di siberoja Sûriyeyê de nemaye û daxwaz kir ku kesên destê wan di xwîna sûriyeyiyan de heye bên cezakirin.

Berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkoşîna wan a ji bo azadî û parastina çandê, di tabloyên hunermendan de ku beşdarî Sempozyuma Hunerên Şêwekariyê ya Pêncemîn bûne, diyar dibe.

Di sala 1916’an de di navbera Brîtanya û Fransayê de Peymana Sykes-Picot hate îmzekirin. Armanca vê peymanê ya sereke jî parçekirina Împaratoriya Osmanî bû ku bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn re ketibû pêvajoya hilweşînê.

Bi diruşma "Jina birêxistinkirî garantiya avakirina civaka demokratîk e" Kongreya 1’emîn a Meclisa Jinan a TEV-DEM’ê li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li dar dikeve, (09:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Hesekê li dijî tayînkirina kujerê şehîd Hevrîn Xelef weke fermandarê Firqeya 86’an ji hêla desthilata Şamê ve, daxuyaniyekê dide, (10:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Komîteya Jinên Ciwan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi navê "Bi berxwedan û vîna jinên ciwan em ê tevahî şêweyên tundiyê bi dawî bikin" li navenda PYD’ê ya Qamişloyê panelekê li dar dixe, (10:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakiyên Hefteya Wêjeyî ku Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja xwe ya 6’an de bi dawî dibîn, (17:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê merasîmek oxirkirina şehîdekî li dar dixe, (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê cenazeyê şervanê QSD’ şehîd Rojhat (Yasir Ebdurezaq El Reyhan) li Goristana Şehîd Eqab El Eswed defin dikin, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN