Têkildarî rewşa jinên Sûriyeyê û astengiyên pê re rû bi rû ne semîner

Di semînerekê li bajarê Qamişloyê ya li Parka Xwendinê hat lidarxistin de, rewşa jinên Sûriyeyê, zehmetiyên li pêşiya wan û erkên wan di vê qonaxê de ji bo misogerkirina mafên xwe hatin nîqaşkirin.

Têkildarî rewşa jinên Sûriyeyê û astengiyên pê re rû bi rû ne semîner
Têkildarî rewşa jinên Sûriyeyê û astengiyên pê re rû bi rû ne semîner
Têkildarî rewşa jinên Sûriyeyê û astengiyên pê re rû bi rû ne semîner
Têkildarî rewşa jinên Sûriyeyê û astengiyên pê re rû bi rû ne semîner
Têkildarî rewşa jinên Sûriyeyê û astengiyên pê re rû bi rû ne semîner
7 gulan, 2025   22:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê bi navê "Zehmetî û destkeftiyên jinên Sûriyeyê di dema borî û niha de" li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo semînerek da. Di semînerê de rewşenbîr, nivîskar û şêniyên bajêr amade bûn. Rojnamevan Sewsen Xelef semînera dabeşî 3 mijarên sereke yên girêdayî rêwîtiya jinan li Sûriyeyê, bi rê ve bir.

Di mijara yekemîn de rewşa jinên Sûriyeyê di serdema rejîma Baas de hat nirxandin û hat gotin ku bi rêya siyasetan rejîma ku xwe spart "Yekitiya Giştî ya Jinan" weke alaveke kontrolkirinê, jin paşguh kirin û rola wan çewisandin. Tevî ku qanûn heye ku îdiaya mafên jinan dikin, lê siyasetên heyî dijberî wê bûn û wê jî hişt rola jinan di tevahî aliyên jiyanê de werin paşguhkirin.

Mijara duyemîn jî li ser rola jinan di 14 salên şoreşê de bû. Di mijarê de hat diyarkirin ku jin rastî hemû rêbazên qirêj ên tundiyê hatin bi taybetî ji aliyê rejîma berê û rêxistinên tundraw û çeteyên DAIŞ'ê ve.

Her wiha hat gotin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrûbeyeke nimûneyî hebû û Rêveberiya Xweser rola jinê di jiyana giştî de aktîv kir û wê jî hişt jin di aliyên siyasî û leşkerî de xurt û bi hêz bibin.

Mijara sêyemîn jî li rewşa niha ya jinan piştî ketina rejîma Baasê bû. Di mijarê de hat gotin ku tevî hêviyên ku di destpêka vê qonaxa demkî de hatin vejandin, lê aliyên hatine ser desthilatê heman rêbazên zordariyê dubare kirin û bandoreke nerênî li mafên jinan hat kirin û azadiya wan hat sînordarkirin.

Piştî mijarê beşdaran nêrînên xwe parve kirin û got divê hewlên li hember siyasetên çewisandin û tundrawiya olî werin yekkirin û divê jin di civakê de bi pêş bikevin ku serkeftinê pêk bînin.

Ev semîner di çarçoveya hewldanên rewşenbîran ên xurtkirina zanabûna li ser mafên jinan û rola wan a avakirina Sûriyeyê de, hat lidarxistin.

(mh/fr)