ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-1-2024
Xedîce ya ku 3 caran li Şamê bi Rêber Abdullah Ocalan re civiyaye, Rêber Abdullah Ocalan bi pêxemberê aştî û mirovahiyê wesif kir û hêvî kir ku careke din wî bibîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)
5’emîn Festîvala Şano ya Mîtan dê 10’ê Çileyê bi dirûşma "Veger nêz e, em bi hêvî ne" li Şehbayê dest pê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Endamên partiyên siyasî yên Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşdeçûnên li Herêmê û her destkeftiyeke Rêveberiya Xweser ve girê da û diyar kir ku bi her destkeftiyeke gelên herêmê yên bi rêya Rêveberiya Xweser û QSDˊê re êriş zêde dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Hîn jî çav li Lubnanê ne, li benda encamên hedefgirtina fermandarê Hemasê Salih El Arûrî ne. Piştî hedefgirtinê herdu aliyan; Hîzbullah a Lubnanê û Îsraîlê gef li hevdu xwarin. Li gorî pispor û çavdêran ev yek îhtîmala firehbûna şer zêde dike. (BI WÊNE)
Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe yên li Îmraliyê de bal kişand ser qetilkirina 3 jinên şoreşgerên ên li Parîsê û dibêje: “Ji bo min hinceta şer bû. Sûîkasta Sakîneyê ji suikasta li Velîahdê Awusturyayê ya di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de pêk hatibû, girantir e.” (BI WÊNE)
Ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê, Kongra Star a Kantona Efrîn û Şehbayê li Kampa Berxwedanê daxuyaniyekê dide, saet 10:00ˊan, Meclisên Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan li navçeyên Til Hemîsê, Çilaxa, Tirbespiyê, Til Temirê û Dirbêsiyê yên kantona Cizîrê her wiha li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê daxuyaniyên cuda tên dayîn, saet 11:00ˊan, Tevgera Çand û Hunerê û Tevgera Hîlala Zêrîn a Kobanê çalakiyekê li Navenda Baqî Xido li dar dixe, saet 11:30ˊan, li Til Hemîsê jî Kongra Star semînerekê li navendê Çandê dide, saet 12:00ˊan, li Hesekê PYDˊê civînekê li dar dixe, saet 13:00ˊan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan meşekê li kantona Firatê li dar dixe, 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Bi diruşma ˊBi hev re ji bo welat û pêşxistina xebata endustiyêˊ Rêxistinên Civaka Sivîl li Reqayê civîna salê ya Yekitiya Odeya Endustiriyê li hola Sendîkaya Parêzeran a Reqayê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Bi diruşma ˊPartiya me pêşeroja me ye-Rêveberiya me misogeriya me ye, hêzên me...serkeftina me ye...Sûriye me dike yekˊ Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê a Hesekê konferansa xwe li Xwaringeha Marbêla li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)
ANHA