Gelo piştî kuştina El Arûrî şer berfirehtir bibe?

Hîn jî çav li Lubnanê ne, li benda encamên hedefgirtina fermandarê Hemasê Salih El Arûrî ne. Piştî hedefgirtinê herdu aliyan; Hîzbullah a Lubnanê û Îsraîlê gef li hevdu xwarin. Li gorî pispor û çavdêran ev yek îhtîmala firehbûna şer zêde dike.

Gelo piştî kuştina El Arûrî şer berfirehtir bibe?
8 ÇILE, 2024   06:42
BEYRÛT
RANYA UBEYD

Sala 2024'an bi berdewambûna şerê li Xezayê û bandora wê li ser herêmê dest pê kir. Li Lubnanê di roja 2'yemîn a salê de bûyereke ewlekarî ya mezin rû da ku li hemberê careke din çav li herêmê vebûn, ew jî hedefgirtina cîgirê serokê nivîsgeha siyasî ya tevgera Hemasê "Salih El Arûrî" û hevrêyên wî bi rêya êrişeke balafira bêmirov a Îsraîlê li başûrê Lubnanê bû.

Tevî ku Îsraîl ev bûyer negirtiye ser xwe lê belê berpirsekî Amerîkî ku nexwest navê xwe aşkere bike, ji ajanseke Fransî re destnîşan kir ku Îsraîlê ev êriş pêk aniye.

Îsraîlê bi rêya serokwezîrê xwe Benjamin Netanyahu piştî êrişa Hemasê ya di 7'ê Cotmehê de soza hedefgirtina hemû fermandarên Hemasê dabû.

Li hember hedefgirtina El Arûrî gelek bertek hatin nîşandan ku Lubnanê giliyek li dijî Îsraîlê li gel Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hate rakirin û êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê di 2006'an de û binpêkirina serweriya Lubnanê û aramiya xaka wê şermezar kir.

HÎZBULLAH: HEDEFGIRTINA EL ARÛRÎ BÊ BERSIV NAMÎNE

Têkildarî Lubnanê, sekreterê giştî yê Hîzbullah a Lubnanê Hesen Nesrullah di salvegera 4'emîn a kuştina fermandarê feyleqa Quds Qasim Suleymanî de destnîşan kir ku di şerê Îsraîlê plan hatine danîn û eger Îsraîl bixwaze li dijî Lubnanê şerekî dest pê bike dê li hemberê şerekî bêsînor bê kirin.

HIŞYARKIRINÊN EREBÎ Û NAVNETEWEYÎ

Şermezarkirinên Erebî ji Xezayê dest pê kirin. Her wiha Wezareta Derve ya Filistînê destnîşan kir ku hedefgirtina El Arûrî nîşan dide ku Îsraîl di şerê xwe yê li Xezayê de bi bin ketiye.

Misrê jî agahî da hikumeta Îsraîlê ku ew ê êdî navbeynkariyê di navbera wê û komên Filistînî de neke. Her wiha wezîrê derve yê Urdunê Eymen El Sefedî diyar kir ku gurkirina şer li Lubnanê armanca ajandeyên tundraw ên Îsraîlê ne ku dixwazin şer veguhêzin şerekî herêmî.

Li dewletên rojavayî jî, wezareta derve ya Amerîkayê tirsa xwe ya li hember belavbûna şer li eniyên din anî ziman û bi rêya berdevkê xwe El Arûrî wek terorîstekî hov û destê wî bi xwîna sivîlan, pênase kir.

ÎHTÎMAL E ŞER LI TEVAHÎ ENIYAN ÇÊBE

Piştî vê bûyerê, gelek sînaryo û analîzên leşkerî û ewlehî derketin. Di vê çarçoveyê de çavkaniyên ewlehî yên Lubnanê ji ajansa me re destnîşan kirin ku bûyerên hedefgirtinê bûyerên îstixbaratî ne û tê de çek û teknolojiyên pêşketî tên bikaranîn wek balafirên bêmirov û çekên jêhatî û moşekên modern û got: “Teknolojiyê derfeteke mezintir peyda kir ku ji dûr ve bê ku hêz li ser erdê hebin, armanc bên pêkanîn.”

Çavkaniyan diyar kir ku piştî hedefgirtina El Arûrî êdî Îsraîl bi awayekî zelaltir û baştir li rewşa ewlehî dinêre û hat diyarkirin ku ev stratejiya Îsraîlê xwe dispêre hedefgirtina fermandarên Hemasê û got: "Bê guman Hizbullah dê bersiva hedefgirtinên ku li ser xaka Lubnanê tên pêkanîn, bide, di encamê de rewşa herêmê aloztir dibe."

(mh)

ANHA