ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7- 4 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7- 4 – 2025
7 nîsan, 2025   02:00

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Lema Semîr Îsmaîl diyar kir ku operasyona ewlehiyê ya li Kampa Roj karibû rê li ber reva malbatên DAIŞ’ê ji kampê bigire, cîhazên eleketronîk û pêdiviyên perwerdehiyê yên li ser fikrê tundraw desteser bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Li nav zeviyeke çandiniyê ya gundewarên Reqayê, dayikeke kedkar çîroka têkoşîna xwe ya jiyanê xêz dike, ku ji bo malbata xwe jiyaneke birumet peyda bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Dibe ku Şengal ne herêmeke erdnîgarî ya mezin be, lê şahidiyê ji dîrokeke dirêj a berxwedan û rêxistinbûyînê ya civaka Êzidî ya li hemberî fermanan re, dike. BI WÊNE

Baxçeyê "Hêvî" yê zarokan li bajarê Hesekê bernameyên perwerdehî û bêhnvedanê yên hevgirtî pêşkêş dike. Dersên ziman, xêzkirin û mûzîkê dide zarokan. Di heman demê de ji bo lîstik û danûstendina civakî cihek ewle peyda dike BI WÊNE Û DÎMEN.

Li bajarê Til Birakê, ciwanekî bi rêya videoyan,  xwe fêrî pîşeya dartiraşiyê kir û xewa xwe pêk anî. BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya pêkanîna erk û berpirsiyarên xwe li gorî peymana di navbera Meclisa Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê yên Helebê û desthilata Şamê de hatibû îmzekirin de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên her du taxan bi hemû beşên xwe, amadekariyên xwe bilind kirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Firatê ji bo şermezarkirina berdewamkirina pergala tecrîdê û îşkenceyê li dijî Rêber Apo û ji bo daxwaza azadiya wî ya fîzîkî meşeke girseyî li bajarê Kobanê li dar dixe, her wiha li bajarê Qamişloyê jî bi navê "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye" meşek bi heman mijarê ji Çerxerêya Osman Sebrî ve dest pê dike, (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Festîvala Şehîd Yekta Herekol bi pêşkêşkirina şanoyên nû didome, (15:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dermanên qedexekirî û dermanên demborî ku berê hatibûn desteserkirin, telefî dike, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Gerînendetiya Belgekirina Sivîl a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasname û belgeyên takakesî ku li bajarê Sebxe piştî hilweşîna rejîmê di cihê nifûsan de dîtine, dide xelkê herêmê. BI WÊNE Û DÎMEN