Kurdistaniyên li Lubnanê 4’ê Nîsanê pîroz kir

Kurdistaniyên li Lubnanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan (4'ê Nîsanê) bi coşeke mezin pîroz kir.

Kurdistaniyên li Lubnanê 4’ê Nîsanê pîroz kir
Kurdistaniyên li Lubnanê 4’ê Nîsanê pîroz kir
Kurdistaniyên li Lubnanê 4’ê Nîsanê pîroz kir
Kurdistaniyên li Lubnanê 4’ê Nîsanê pîroz kir
Kurdistaniyên li Lubnanê 4’ê Nîsanê pîroz kir
Kurdistaniyên li Lubnanê 4’ê Nîsanê pîroz kir
Kurdistaniyên li Lubnanê 4’ê Nîsanê pîroz kir
Kurdistaniyên li Lubnanê 4’ê Nîsanê pîroz kir
6 nîsan, 2025   23:27
BEYRÛT

Kongra Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Lubnanê bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan (4'ê Nîsanê) li paytexta Lubnanê Beyrûtê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de bi sedan Kurdistanî amade bûn.

Di şahiyê de Rêveberê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyêrê Ferzende Mûnzûr 4'ê Nîsanê li beşdaran pîroz kir û diyar kir ku di dîroka tevgera azadiya Kurdistanê de Lubnan xwedî cihekî taybet e.

Mûnzûr bi navê Kurdistaniyên li Lubnanê silavên germ û şoreşgerî ji Rêber Abdullah Ocalan re şandin û destnîşan kir ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku niha di bin siya wê de hemû gelên herêmê bi aramî dijîn, ji destkeftiyên Rêber Abdullah Ocalan e.

Piştre bi navê Weqfa Çandî ya Civakî ya Newaroz, PYD’ê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û dostên gelê Kurd ên li Lubnanê peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin. Di peyaman de hat gotin ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan wekî sembola têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê ye.

Şahî bi pêşkêşkirina berhemên hunerî ji hêla komên Welatê Rojê û Şehîd Rojînda ve bi dawî bû.

(mh/fr)

ANHA