ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-3-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-3-2024
7 adar, 2024   02:00

 Şêniyên kantona Cizîrê bêdengiya hêzên navneteweyî li hember bangewaziyên pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û aşkerakirina tenduristiya wî, şermezar kir û gotin ew ê li hember pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bêdeng nemînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Foza Yûsif diyar kir ku wê di mehên pêş de xebatên amadekirina hevpeymana jin a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bên destpêkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinan li Dêrazorê destnîşan kir ku “heta her roj dibe roja taybet a jinan” dê têkoşîna xwe berdewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şaredariya Gel a kantona Reqayê ber bi dawiya xebatên amadekirina parka Qîtar (tirên) ve diçe. Çaverê ye hefteya bê park bê vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

7 jin komek ava kir û navê hevseroka Meclisa Qamişlo şehîd Rîhan lê kir. Ev koma ku temanê endamên wê di navbera 40 heta 60 saliyê de ye, wê cara yekemîn tev li çalakiyên 8`ê Adarê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Analîzvanê leşkerî û stratejîk ê ji Lîbyayê Mihemed Terhûnî diyar kir ku danûstandinên ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê ne girîng in û li gel astengiyên heyî bi taybet hebûna Tirkiye, çete û milîsên wê li Lîbyayê, çareserî ne pêkan e. Terhûnî destnîşan kir ku dema ev astengî ji holê rabibin, çareserî pêkan e.

Kongra Star li navçeya Çilaxa daran diçîne, saet 11:00ˊan, li navçeya Til Hemîsê jî daran diçîne, saet 09:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Qamişloyê Şehîd Mehmûd Silêman Hacî yê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê oxir dike, saet 10:00ˊanb, her iwha li pêş mala malbata şehîda a li taxa Kornîş merasîm li dar dikeve, saet 15:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Kantona Dêrazorê ji xwendekarên serkeftî re li bajarokê Sosê şahiyekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Kombûna Jınan a Zenûbiya ya kantona Mınbicê bi boneya 8ˊê Adarê li Yarîgeha 4ˊê Nîsanê ya Minbicê çalakiyekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê bi boneya 8ˊê Adarê li hola King Land a li ser rêya Girkê Legê –Dêrikê çalakiya xelatkirina dayikên şehîdan li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8ˊê Adarê jinên kantona Firatê serdana malbatên şehîdên jin ên ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şehîd bûne, dikin, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Dêrikê bi boneya 8ˊê Adarê li ser gorên şehîdan a li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik mûman pêdixe, saet 16:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê bi boneya 8ˊê Adarê li ser gorên şehîdan ên li Pakrewangeha Şehîd Dicle mûman pêdixe, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA