Hevbendiya NADA: Têkoşîna hevbeş a jinan misogeriya têkbirina şer û qirkirinê ye

Hevbendiya NADA der barê Roja Jinan a Cîhanê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de destnîşan kir ku têkoşîna hevbeş a jinan misogeriya têkbirina şer û qirkirinê ye.

Hevbendiya NADA: Têkoşîna hevbeş a jinan misogeriya têkbirina şer û qirkirinê ye
6 adar, 2024   22:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevbendiya NADA (Hevbendiya Jinan a Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê) bi boneya roja 8'ê Adarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bal li ser binpêkirinên li dijî jinan hat kişandin û hat gotin behsa cejneke jinan nayê kirin hemwextî ku jin bi eşkenceyê tên qirkirin. Çi li Filistînî ji aliyê dagirkeriya hov ve, li Sûriyeyê ji aliyê komên çete, rêxistinên tundraw û hêzên Tirk ve, li Sûdanê ji aliyê Hêzên Piştevaniya Lezgîn û milîsan ve, li Lîbya û Yemenê ji aliyê Hûsiyan ve û çi jî li dewletên din ku tê de hurmeta jinan tê binpêkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin li Filistînê ji 7'ê Cotmehê ve sûcên qirkirinê yên herî qirêj li dijî jinan tên pêkanîn. Ji sedî 70 qurbaniyên wan sûcan jî jin û zarok in. Her wiha tecawiza cinsî û êşkence ji aliyê leşkerên artêşa Îsraîlê ve li dijî jinên dîlgirtî tên pêkanîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di raporên neteweyî de wiha hatiye belgekirin ku ji destpêka 7'ê Cotmehê de 16 hezar jin hatine kuştin. Raporên din jî dane zanîn ku ji destpêka şerê Sûriyeyê ve 29 hezar jinên Sûriyeyî ji aliyê hemû aliyên şer ve hatine kuştin. Li Yemenê jî heta sala 2022'yan 14 hezar jin û zarok hatine kuştin.

Daxuyaniyê bal kişand ser rewşa jinên Sûdanê û binpêkirina mafên wan ji aliyê aliyên şer ve di operasyonên leşkerî û şer de. Di daxuyaniyê de bêdengiya civata navneteweyî hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku jin di metirsiyekê de ne, ji ber ku şer li ser bedenên wan tên kirin.

Ne tenê jinên di welatê şer lê hene de tên hedefgirtin, heta li dewletên îstîqrarî heye, jin di rewşên nebaş û tundiyê de dijîn. Di 2023ˊyan de li Tunisê 27 jin bi awayekî tund ji aliyê hevjînên xwe ve hatin kuştin.

Li gorî nûnera navneteweyî, ji sedî 5 ji jinên Mexribê par di tundiya elektronî re derbas bûn, ruxmî hebûna qanûna 13/103 ev tundiya elektronî ji sedî 19 ji şêweyên tundiyên din e. Lê jinên Mexribê ji ber krîza aborî ya dijwar di vê tundiyê re derbas dibin.

Der barê jinên Kurd de di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jinên Kurd hîn jî ji aliyê komên çekdar û hêzên Tirk ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kuştin û revandin. Malên wan û binesazî tên hedefgirtin û jinên pêşeng û aktîvîst di parastina mafên jinan de, tên qetilkirin.

Li Morîtanyayê jî ji 2012ˊan ve ji bo derxistina qanûna kesên sûcan li dijî jin û keçan dikin werin darizandin tê dikoşin. Komeleyên hiqûqî jî ji vê demê ve projeya qanûnê pêşkêş kirine, lê hîna diyardeya tundiya li dijî jinan zêde dibe, heta li dewletên Rojhilata Navîn li rojhilatê bakurê Afrîkayê jin di rewşên tundî, dûrxistin, paşguhkirinê de derbas dibin.

Her wiha, di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êdî tenê şermezarkirin ne bes e û bang li tevgerên jinan û desteyên neteweyî hat kirin ku hemleyên piştgiriya jinên li deverên şer li dar bixin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku têkoşîna hevbeş a jinan misogeriya têkbirina şer û qirkirinê ye.

(mh)