ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-10-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-10-2024
7 cotmeh, 2024   02:00

Tevgera jinên Kurd ku li dijî sîstema dewletperest, zîhniyeta zilamsalar û baviksalariyê tê dikoşe û li Kurdistanê û li çar aliyên cîhanê li ser xeta paradîgmaya nû ya Rêber Abdullah Ocalan li dijî Komploya Navneteweyî bi pêş xistiye, bi birêxistinkirinê torên jinên azad afirandine.

Gurbetelî Ersos ku li Tirkiyeyê yekem Gerînendeya Weşana Giştî bû, kêlî bi kêlî, roj bi roj jiyan kir û bû bersiva bedewî, xweşikî û têkoşîna jinê.

Di salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de wê meşeke girseyî li bajarê Qamişloyê were lidarxistin. Ji bo tevlêbûna meşê bang hatin kirin.

Akademiya Lêkolînên Jineolojî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salvegera yekemîn a şehadeta wê de de Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel li taxa Şêxmeqsûd a Helebê vekir .Li Mala Xwendinên ya Şehîd Nagîhan Akarsel çandina xwendinê tê pêşxistin û çalakiyên din tên lidarxistin.

Gelek rewşenbîrên ji bajarê Hesekê diyar kir ku aşkerakirina xiyaneta PDK`ê û parastina destkeftiyên siyasî, hunerî û erdnîgarî berpirsyariya wan e.

Meclisa Aborî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Desteya Çandinî û Avdanê ya Hesekê civîna xwe ya damezrîner li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê ya Weqfa Jina Azad re li ser penceşêra pêsîrê li navenda meclisê ya li Qamişloyê semînerekê dide, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ermenî bi diruşma ʹWekheviya jiyana azad têkoşîna jina Ermenî yeʹ li xwaringeha Marbêla ya Hesekê kongreya xwe ya duyemîn li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Gel a Qamişlo têkildarî banga beşdariya meşa navendî ya ku dê di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de li dar bikeve de, li Navenda Mihemed Şêxo daxuyaniyekê dide, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li hola Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Reqayê paneleke diyalogê li dar dixe, di heman çarçoveyê de kombûn li navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê civînekê organîze dike, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî de, li bajarê Til Birakê civîna girseyî li hola meclisa bajarê li dar dikeve, saet 11:00ʹan, li bajarê Holê civîn li dar dikeve, saet 11:00ʹan, li gundê Eb Tîne yê Til Temirê civîn tê lidarxistin, saet 17:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li stadyûma kantona Reqayê maça dawî ya dewriyeya kantonê, di navbera tîmên Zemalik û Bewasil de tê organîzekirin, saet 16:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)