ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7 - 1 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7 - 1 – 2025
7 ÇILE, 2025   02:00

Dayika ku 2 zarokên xwe ji bo azadiya Kurdistanê şehîd dane, dibêje “Rêber Abdullah Ocalan rêberekî neteweyî ye, fikir û felsefeya wî çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.”

Rewşenbîrên kantona Tebqayê ji bo avakirina sîstemeke demokratîk ku bibe hêza aştiyê, tekezî li ser girîngiya xurtkirina yekitiya di navbera pêkhate, çand û baweriyên li Sûriyeyê de, kir.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê diyar kir ku meclisê tevahî saziyên xwe ji bo ximzeta 7 gundên ku berê di bin kontrola rejîma Baasê de bûn û niha di bin serweriya wê de ne, seferber kirine.

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiyayê diyar kir ku serketina her pêvajoyeke siyasî ya avakirina Sûriyeyeke yekbûyî, girêdayî beşdariya rasteqîn û çalak a jinan e.

Xelkê kantona Reqa cenazeyên 2 şehîdên ji QSDˋê û Dîsîplîna Leşkerî li goristana şehîdan a gundê Hikumiyê defin dike. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Dêrikê ji bo piştgiriya QSDˋê ji qada azadiyê ve meşekê li dar dixe. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Demoqratî Pêşverû Kurd li Sûriya (P.D.P.K.S) û Partiya Yekitî ya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (YEKITÎ) ji bo aşkerakirina helwesta xwe piştî hilweşîna rejîma Sûriyeyê ya berê û nîqaşkirina rewşa gelê Kurd li Sûriyeyê û erkên li ser tevgera wan a siyasî paneleke siyasî li hola Rojhilat a Girkê Legê li dar dixin. (15:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Amûdê ji bo piştigriya berxwedana QSDˋê ji Qada Jina Azad ve meşekê li dar dixe. (11:00), her wiha xelkê Tirbespiyê jî bi heman wesîleyê meşekê li dar dixe û ji pêş navenda Kongra Star dest pê dike. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê Qamişlo li pêş Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan sersaxiyê dide malbata şervanê QSDˋê şehîd Luqman El Xemîs, malbata şervana YPJˋê şehîd Avzem Çiya, malbata şervanê QSDˋê Diyar Qamişlo û hevalên rojnamevan şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan. (11:00)  BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo spasîkirina beşdarên çalakiya xelkê Bakurê Kurdistanê yê li aliyê din ê sînorê Kobanê çalakiyekê li dar dixe. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Tevger û rêxistinên jinan li Bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi diruşma "Em bi hev re Sûriyeya demokratîk ava bikin" li Akademiya Şehîd Zeyneb Sarûxan a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê forumeke şêwirê li dar dixin. (09:30) BI WÊNE Û DÎMEN

Kongreya Star a bajarê Dirêbsiyê yê kantona Cizîrê ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê li Akademiya Civaka Demokratîk panelekê li dar dixe. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Hêzên Parastina Civakî (HPC) li bajarê Holê yê kantona Cizîrê ji bo bersivdana banga QSDˋê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk daxuyaniyekê dide. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê ji malbatên şehîdan ên bajêr re der barê pêşdeçûnên siyasî yên dawî li hola meclisê civînekê li dar dixe. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê bi merasîmekê fermandara YPJˋê Bêrîtan Şoreş a ku di bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şehîd bûbû li Goristana Şehîd Rustem Cûdî defin dike. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê yê kantona Cizîrê ji bo teqeziya piştgiriya QSDˋê û YPJˋê li parka meclisê daxuyaniyekê dide. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN