Qedexeya li ser Balafirxaneya Silêmaniyê hate dirêjkirin

Rêveberiya Balafirgeha Navnetewî ya Silêmaniyê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker qedexeya geştên esmanî li ser Balafirgeha Navnetewî ya Silêmaniyê 6 mehên din dirêj kir.

Qedexeya li ser Balafirxaneya Silêmaniyê hate dirêjkirin
6 ÇILE, 2025   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 3’yê Nîsana 2024’ê ve Şîrketa Turkish Airlines geştên ji bo Silêmaniyê rawestandin. Dewleta Tirk hinceta qedexe weke çalakiyên netewî yên li Silêmaniyê tên lidarxistin, nîşan da.

Rêveberiya Balafirgeha Navnetewî ya Silêmaniyê Hendirên Hîwa Muftî, ragihand, dewleta Tirk a dagirker qedexeya geştên esmanî li ser Balafirgeha Navnetewî ya Silêmaniyê şeş mehên din dirêj kir. Her wisa Muftî da zanîn ku wê qedexe heta 6’ê Tîrmeha sala 2025’an bidome.