Dayikeke şehîdan: Em tu carî Rêberê xwe ji bîr nakin

Dayika ku 2 zarokên xwe ji bo azadiya Kurdistanê şehîd dane, dibêje “Rêber Abdullah Ocalan rêberekî neteweyî ye, fikir û felsefeya wî çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.”

Dayikeke şehîdan: Em tu carî Rêberê xwe ji bîr nakin
7 ÇILE, 2025   03:10
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Dayika Emîne Ehmed a 70 salî, yek ji wan kesan e ku di destpêke de fikra Rêber Abdullah Ocalan nas kiriye, pê re hevdîtin kiriye. Li bajarê Tirbespiyê di nava malbateke welatpêz de hatiye dinê. 2 kurên dayika Emîna; Xêredîn û Nesredîn tev li tevgera azadiyê bûne, her du jî di salên 1995-97`an de li çiyayên Kurdistanê şehîd bûne.

Naskirina wan a tevgera azadiyê, bi rêya kurê wê yê şehîd Xêredîn çêbûye û ji wê demê de dayika Emîna ketiye nav kar û xebatê.

Dayika Emîne di salên 1990’, de rojekê li Şamê bi Rêber Abdullah Ocalan re dimîne. Dayika Emîna têkildarî hevdîtina xwe ya bi rêber Abdullah Ocalan re wiha dibêje: “Dema Rêbertî hat gel me, ji me re wekî xewnekê bû, min ji Rêbertî got `Serokê min, te gelek qedir û qîmet daye me, te bi fikra xwe ev gel şiyar kiriye, em gelekî ji te memnûn in`. Rêber Abdullah Ocalan ji me re digot hûn dayik keda we gelek e, pêwîst e hûn zanibin bê şoreşa me demdirêj e.”

Dayika Emîne dibêje: “Şensê min bû ku ez rojekê bi Rêber Abdullah Ocalan re mam. Em bi hev re rûniştin, serê sibehan Rêbertî diçû xwarin dida kevokan. Ez çûm gel wî, Rêbertî genim danî ser destê min, digot ji bo kevok werin ji destê te bixwin. Me pir wêne bi hev re kişandin, ew bîranîn tu carî ji bîra min naçin.”

Di dawiyê de dayika Emîna Ehmed dibêje: "Rêber Abdullah Ocalan, rêberekî neteweyî ye û dikare hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike. Em bi saya fikir û felsefeya wî azad in. Keda ku Rêbertî ji bo jinan daye, em deyndarê wê kedê ne, em tu carî Rêberê xwe ji bîr nakin.”

(k)

ANHA