ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-7-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-7-2024
6 tîrmeh, 2024   02:00

Endam û rêveberiyên saziyên kantona Firatê diyar kir ku ramanên azad ên Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahî mirovahiyê ne û got mifteya çareseriyên aloziyên Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye.

Berpirsên Saziya Parkîn hewl didin çanda herêmê biparêzin. Bi projeya ku havînê dest pê kiriye hewl didin behreyên 40 zarokan di aliyê hunerî û çandinî de bi pêş bixin.

Ciwanê bi navê Hesan Kano li Tirbespiyê dest bi belavkirina qalibên cemedê kir û dûre gelek ciwan û şêniyan jî destek dayê. Bi vê yekê hewl didin zehmetiyên ji ber qutbûna kehrebeyê hinekî sivik bikin.

Efser û karbesekî Lubnanî yê behsa tevlihevî û nebûna biryara desthilatên Lubnanê der barê dosyaya penaberên Sûriyeyê de kir û got ew yek ji ber destwerdanên siyasî yên xwecih, herêmî, etnîkî, mezhebî, berjewendiyên takakesî û desthilatê ye.