ˊLi gel desthilata Lubnanê biryarên cidî bo penaberên sûriyeyî tune neˊ

Efser û karbesekî Lubnanî behsa tevlihevî û nebûna biryara desthilatên Lubnanê der barê dosyaya penaberên Sûriyeyê de kir û got ew yek ji ber destwerdanên siyasî yên xwecih, herêmî, etnîkî, mezhebî, berjewendiyên takakesî û desthilatê ye.

ˊLi gel desthilata Lubnanê biryarên cidî bo penaberên sûriyeyî tune neˊ
ˊLi gel desthilata Lubnanê biryarên cidî bo penaberên sûriyeyî tune neˊ
ˊLi gel desthilata Lubnanê biryarên cidî bo penaberên sûriyeyî tune neˊ
6 tîrmeh, 2024   07:10
BEYRÛT
RANIYA UBÊD

Hîn dosyaya penaberên sûriyeyî li Lubnanê asê û bê çare ye, çi di dayîna biryaran ji bo vegerandina sûriyeyiyan an jî dan û standina desthilatan bi penaberan re.

Berpirs û çavdêrên dosyaya penaberên sûriyeyî li Lubnanê destnîşan kir ku hîna tu biryareke aşkera nehatiye dayîn û ev jî dihêle dosya bê çare bimîne. Sedema wê yekê kêmasiya desthilatê û bikaranîna dosyayê ye.

ˊDOSYAYA PENABERÊN SÛRIYEYÎ LI BERAMBER PROPAGANDAYA SIYASÎ YEˊ

Esfer û karbesê Lubnanî George Nader têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got dosyaya penaberên sûriyeyî yek ji mijarên girêk e û li hember gelek astengiyan  e ku were çareserkirin. Ji ber ku ev dosya di bin destwerdanên siyasî yên xwecihî, herêmî, etnîkî, mezhebî, berjewendiyên takakesî û desthilatê de ye. Desthilatên Lubnanê jî gavên cidî naavêjin.

George Nader wiha domand: "Li gorî qanûna navneteweyî sîfeta penaberiyê li sûriyeyiyên li Lubnanê nayê kirin. Ji ber ku sûriyeyî ji ber sedemên ewlehî, aborî û hwd derbasî Lubnanê bûn. Lê Lubnanê ji sinifandina sûriyeyiyan weke penbaran sûdê werdigire. Ji ber ew gotinên şexsî û siyasî ne."

Nader wiha domand: "Pirsgirêka bingehîn a li Lubnanê ew e ku em di welatekî de ne ku biryar ji dest daye. Hikumet di destpêka krîza hebûna sûriyeyî de ew pêşwaz kirin û tu biryarên cidî li hember wan neda. Nexasim jî hinan ji hebûna wan bo berjewendiyên xwe yên takakesî bi rêxistinên nehikumî re sûd wergirtin."

Nader anî ziman ku li Lubnanê tevliheviya ewlehî û nebûna çavdêriyê li tevgera penaberan heye. Li welatên birêxistinkirî ku lê penaberên sûriyeyî û ne sûriyeyî hene mîna Urdunê ew rewş berovajî ye.

ˊTEDBÎRÊN HIKUMETA LUBNANÊ PROPAGANADAYÎ NE, NE CIDÎ YAN JÎ QANÛNÎ NEˊ

Nader bal kişand ser tedbîrên hikumeta Lubnanê û got ew tedbîr reklamî û propagandayî ne, ne cidî yan jî qanûnî ne, tu biryareke rasteqînî der barê penaberên sûriyeyî de tune ne.

George Nader wiha li gotina xwe zêde kir: "Mijara hebûna sûriyeyî ne girêdayî etnîkî, olî û nasnameyî ye, lê girêdayî rewşa Lubnanê ku di aliyên aborî, civakî û ewlehî xeniqî de ye. Ji ber ku tu çareyên cidî û gavên aktîv ji hêla aliyên têkildar ve tune ne."

ˊÇAREYÊN GUNCAWˊ

George Nader diyar kir ku hin rêbazên çareserkirina dosyaya penaberên sûriyeyê li Lubnanê hene, ew jî ev in; yan têkilî bi hikumeta Şamê re were dayîn ku vegera penaberên sûriyeyî dabîn bike yan jî têkilî bi rêxistinên NYˊyê û YEˊyê re were danîn. Ev rêxistin jî mayîna sûriyeyiyan li gorî berjewendiyên xwe yên takakesî dimeşînin.

(fr)

ANHA