ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6- 5 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6- 5 – 2025
6 gulan, 2025   02:00

Dr. Iraqî Cewad El Beydanî tekez kir, ku doza Kurd dozeke dîrokî ye û divê Tirkiye bizane ku çareseriya vê pirsgirêkê mifteya çareseriya pirsgirêk û krîzên li herêmê ye, her wiha anî ziman ku divê Tirkiye bersivê bide banga aştiyê û dev ji bijardeya leşkerî berde. BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîskarê Sûriyeyî Elî El Emîn destnîşan kir ku Sûriye piştî bi dehan salên zordariyê di pêvajoyeke nûavakirina nasnameya xwe ya neteweyî re derbas dibe. Her wiha li hember kiryarên desthilata niha ku aloziyan zêde dike û nakokî di nav Sûriyeyiyan de kûr dike hişyarî da, û daxwaza diyalogeke niştîmanî ya berfireh kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Her çend dagirkeriya Împaratoriya Osmanî li ser cografyaya Ereban û serdestiya wê ya bi sedan salan bi têkçûna wê ya di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi dawî bûbe jî, hê jî hewesa wê neqediyaye. BI WÊNE

Di nav darên baxçeyan de Hec Cuma Diyab dest bi karê xwe yê rojane li Şaredariya Gel a bajarê Til Birakê dike. Bi amûr û dengê xwe yê zîz hewl dide rûyê bajarê xwe bi keskahiyê ku hêvî dikir, xêz bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamê Komîteya Amadekar a Hefteya Wêjeyî Kemal Necim bal kişand ser kêşeyên li pêşiya wêjeyê bi taybet wêjeya Kurdî di serdema desthilatdariya rejîma berê de û destnîşan kir ku ew bi Hefteya Wêjeyî ya îsal hewl didin ku ziyanên di qada çandî de bûne rast bikin û li şûna dûrxistina diyalog, hevdûpejirandinê bi pêş bixin. BI WÊNE Û DÎMEN

Pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, bi destana “Berxwedana Bendava Tişrînê” ku 102 şehîd hatin dayîn, rê li ber planên dewleta Tirk a dagirker girtin û di meşa xwe ya ber bi azadiyê ve de biser ketin. BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakiyên "Hefteya Wêjeyî" ku Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê organîze dike, di roja xwe ya 4’an de li hola Kafîteryaya Xabûr a Hesekê yê kantona Cizîrê didomin, (17:00). BI WÊNE Û DÎMEN