Di Hefteya Wêjeyî de gotûbêjkirina pirsgirêkên jinan û wêjeyê

Di roja 3'yemîn a Hefteya Wêjeyî ya li bajarê Hesekê de bi navê "Jinên nivîskar li Sûriyeyê: arîşeyên weşanê û naskirinê di civakê de" semînerek hat dayîn û helbest hatin xwendin.

5 gulan, 2025   23:03
HESEKÊ

Di roja 3'yemîn a Hefteya Wêjeyî ya li bajarê Hesekê de bi navê "Jinên nivîskar li Sûriyeyê: arîşeyên weşanê û naskirinê di civaka mêran de" semînerek hat dayîn. Di semînerê de pirsgirêkên jinan û wêjeyê li Sûriyeyê û zehmetiyên li pêşiya nivîskarên jin di civaka baviksalarî de hatin nîqaşkirin.

Nivîskar Necah Brahîm a ku xelata Hena Mîna ya Romanê wergirtiye semînerek li ser nivîskarên jin di wêjeya Sûriyeyê de, nexasim di serdema rejîma Baas de, da. Necah bal kişand ser zehmetiyên weşanê û newekheviya naskirina wêjeyî li gorî mêran û got pêwîstî bi bidestxistina derfetên wekhev di navbera zayendan de di aliyê wêjeyê de heye.

Piştre helbestvan Leyla Reşo û Dilîn Ebdurehman bi zimanê Kurdî û helbestvan Samiya Ibrahîm û Feyrûz Reşik helbestên bi zimanê Erebî xwendin.

Di roja 3'yemîn a Hefteya Wêjeyî de girîngî bi derbaskirina astengiyên ku pêşî li azadî û afirîneriya jinan digirin, hat dayîn û hat diyarkirin ku divê atmosfereke wêjeyî ya dûrî zayendperestiyê ji bo nifşên nû, were avakirin.

(mh/fr)

ANHA